ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-10 09:00:28     * Ji Komîteya Aboriya Jinan Armanc Mihemed anî ziman ku li dijî hemû êrişên Tirkiyeyê û hevkarên wê jî, li herêmê aboriya jinan mezin dibe û got: "Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin."   * Selahattîn Demîr ku ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê di Girtîgeha Xarpêtê de bike çûye girtîgehê got: “Dixwazin girtiyên siyasî li girtîgehê tecrîd bikin û tew hinekan jî bikujin û wekî 'xwekuştinê' bidin der."    * Gundê Arbo yê suryaniyan ê li quntara Çiyayê Bagokê ku 3 caran hatiye valakirin û her sê caran jî bi salan vala maye niha jinûve tê avakirin. Ji suryaniyên ku vegeriyan gund Seyfo Erdînç got: "Divê her kes xwedî li ax û warê xwe derkeve."    * Parêzer Dersîm Erîşen destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk dewam dikin û got: "Di sala 2020'an de bi guherandina qanûna înfazê re, girtîgeh veguherîn mirinxane û îşkencexaneyê."   * HDP, ji bo pêkanîna biryarên kongreyê dest bi xebatên atolyayan kir. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn anî ziman ku wan ji bo xurtkirin feraseta rêvebiriyên xwecihî xebateke li ser asasê hilberandina çareseriyê kiriye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 551'emîn de berdewam bike.    * Qurbaniyên Qetlîama Gara Enqeeyê dê di meha 71'emîn de li ber Garê bên bibîranîn. (9.30)   * Meclisa Partiyê ya HDP'ê dê ji bo plansaziya serdema nû li avahiya xwe ya Balgatê bicive û Hevseroka Mîthat Sancar axaftina destpêkê bike. (10.30)    * Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'a Amed, Êlihê û Îzmîrê dê çalakiyên heftane bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên dîtin di hefteya 911'emîn de dê çalakiya xwe bi awayek online li dar bixin. (12.00)    * Li Stenbol û Enqerê rêveberên ÎHD'ê û parêzvanên mafê mirovan dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê têkildarî salvegera darbeya 12'ê Îlonê daxuyanî bên dayîn. (13.00-17.00)    * HDP û rêxistinên civakî yên sivîl dê li Colemêrgê têkildarî talankirina xwezayê lia vahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.30)