Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin 2022-09-09 19:31:27   MELETÎ - Danişîna doza Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncelê hat taloqkirin.    Danişîna 2'yan a doza Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişank û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncelê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Meletiyê hat lidarxistin. Tûncel û Kişanak ji ber ku li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tevlî danişîna Doza Kobanê bûn, tevlî danişîna vê doza ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wan de hatiye vekirin nebûn, lê parêzerên Tûncelê tevlî danişînê bûn.   Di danişînê de meqama îdiayê xwest kêmasî bên temamkirin û mazerat hatiye nîşandan bê qebûlkirin.    Heyetar dadgehê jî danişîna dozê taloqî 16'ê Kanûna 2022'yan kir.