Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke 2022-09-09 14:07:48 ENQERE - Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwedî rolek girîng e û heke tecrîda li ser Ocalan bê rakirindê dê rêya çareserî û aştiyê vebibe.    Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.     Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenter û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD, gelek welatî û parêzer dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî mazeret ji dadgehê re ragihandin û tev li danişînê nebûn.    Di danişînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel diyar kir ku şahidan li ser arastekirinê îfade dane û îfadeyên hatine dayîn jî ji bo têkbirina têkoşîna azadiya kurd e. Tuncel da zanîn ku bi rêya îfadeyên van şahidan û îtîrafkaran tê xwestin ku siyaseta kurd a demokratîk were krîmînalîzekirin.    ‘EM NE LI BENDA EDALETA WE NE’   Tuncel destnîşan kir ku ew ji vê darazê ango dadgehê tu edaletê naxwazin û got: “Serokê we yê berê Bahtiyar Çokak endamê çeteyekê derket. We bi wî re mesai dikir. Me got ji dozê vekişin lê hûn nevekişiyan. Em çi dizanin ku wî ji MÎT’ê pere negirtibe? Gelo hûn dizanin? Li vê dadgeha we AKP û MHP, HDP’ê didarizîne. Biryara hûn bidin çi dibe bila bibe wê biryarek serbixwe nee. Hûn dozger û dadger ketine pey afirandina delîlan ku li dijî me bibînin û me sûcdar bikin.”    ROLA OCALAN A JI BO ÇARESERIYÊ    Tuncel bal kişand ser rol û rista Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha axivî: “Di pirsgirêka kurd de roleke girîng a Abdullah Ocalan heye. Dewlet jî vê rolê nîqaş nake. Niha tecrîda mutleq li ser Ocalan tê meşandin. Ocalan di sala 2008’an de ragihandibû ku 3 sal in bi dewletê re hevdîtinan kiriye. Li ser Meclisa Aştiyê û pirsgirêka Destûra Bingehîn hat axaftin lê nehat çareserkirin. Pişt re pêvajoya çareseriyê dest pê kir, lê ev ne rêbazeke Tirkiyeyê ye. Me li hemû cîhanê mînakên ku ev tişt bi diyalogê diqewimin dît, lê wan ew pêvajo qedand. Ji ber vê yekê jî li vê salonê pêvajoyên aştiyê tên darizandin. Li gorî qanûnên ku hatine derxistin, her kesê ku di Pêvajoya Çareseriyê de cih girtiye nikare bê darizandin, lê hevserok, rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê niha tên darizandin. HDP bi sazî tev li pêvajoyê bû. Heta ku em behsa aştiyê nekin, ne mimkûn e ku li Tirkiyê demokrasiyeke rasteqîn û hawirdora baweriyê ava bibe. Heke ji sisêyan yek gel ne kêfxweş be, hûn ê çawa behsa mafên mirovan bikin?”   ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE’    Tuncel diyar kir ku sedema dubendiya li Tirkiyeyê ku çêbûye bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ye û got: “Li Tirkiyeyê rêjeya sûc zêde dibe. Gelo ev normal e? Yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûna rêjeya sûc û pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dozger jî di nêrîna xwe de diyar kir ku ev pirsgirêk pirsgirêka kurd e. Dewlet hê jî înkar dike. Dîsa jî naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku wêneyê wekîlekî bi xizmekî xwe yê gerîla re derket, hat binçavkirin û girtin. Divê zîhniyet were guhertin. Heke hêza nû pirsgirêka kurd çareser neke wê bêwate be. Rakirina tecrîda mutleq a li ser Ocalan rêya vekirina rêya aştiyê û çareseriyê ye. Tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."   Heyeta dadgehê navberek da danişînê û piştre dîsa berdewam kir.