Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe 2022-09-09 12:58:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a bersiva nîqaşên li ser HDP'ê tên birêvebirin da û got: "Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û bila her kes hedê xwe zanibe." Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li Navenda Giştî ya partiyê kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di destpêka civînê de axivî û rojeva heyî nirxand.   Bûldan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tirsandin, zext û kaosê xwe ji bo hilbijartinê amade dike û got, "Êrîşên li ser destketiyên jinan, kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê. Îşkenceya li girtiyan, desteserkirina mafê wan û gefên li wan tên xwarin, beyannameya hilbijartinê ya vê desthilatdariyê ye, soza wê ya ji civakê re ye."   SEMRA GUZEL VÎNA JINAN E   Bûldan, bal kişand ser mûameleya li dijî parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê û wiha berdewam kir: "Ez careke din ji vir bêjim. Semra Guzel vîna gelê me û jinan e. Tewandina wî serî ne hedê kesên heta qirika xwe ketine nava sûcan e. Jinên ku hewl didin serê wan bitewînin wê bi serbilindî meşa xwe bidomînin."   'EM Ê SIYASETA WE YA DIJMINATIYÊ TÊK BIBIN'   Bûldan, cenazeyê endamê YPS'ê Hakan Arslan ku di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza hate kirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê yekê re careke din dijminatiya xwe ya li dijî kurdan ji raya giştî re aşkere kirin. Ev sûcekî nefretê ye. Ji desthilatdariyê re dibêjim; zanibin ku ev têkoşîna jinê û rûmeta mirovahiyê ji siyaseta we ya dijminatiyê xurtir e. Em ê vê siyaseta we ya dijminatiyê û nefretê teqez têk bibin. Dîrok jî, edaleta rasteqîn jî wê sûcên li dijîmirovahiyê ji bîr nekin."   'BILA HDP'Ê JI XWE RE NEKIN MALZEMEYÊ SIYASÎ'   Bûldan, bi lêv kir ku hêza esasî ya ku vê sîstema riziyayî biguherîne hêza jinê ye û wiha pê de çû: "Hişmendiya demokratîk û wekhevîparêz a jinan, xwedî wê bandorê ye ku siyasetê jî civakê jî biguherîne. Lewma têkoşîna jinê girîng e. Ji bo hilbijartinê li qada siyasetê nîqaş têne kirin, hin hesab têne kirin. Dixwazim bi rengekî aşkere bibêjim. Tu hesabê ku jin di nav de nebe bi ser nakeve. Bi fikrê HDP'ê re ku li ser mezinkirina têkoşîna jinê ava bûye û partiyeke jinê ye, di vê mijarê de bi rengekî eşkere em helwestê nîşan didin. Bila Tifaqa Cûmhûr jî ya Milet jî zanibin. Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke. Bila HDP'ê ji xwe re nekin malzemeya siyasî. Bila her kes hedê xwe bizane. Gava ku HDP'ê bilêv dikin, divê hezar carî bifikirin."   'DÊ BI DENGÊN JINAN TÊK BIÇIN'   Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku yên gefê li jinan dixwin wê bi dengên jinan têk biçin û got, "Îro ji her beşa civakê jin xwedî têkoşîna çareseriya hevpar e. Jin li dijî newekhevî, tundî, mêtingerî û şer têkoşîneke xurt û hevpar dimeşînin. Di vê têkoşînê de wêrekî heye, bawerî û biryardarî heye. Lewma hêvî bi jinê re ye, di têkoşîna hevpar a jinan de ye. Em jin dê ji bo darazeke adil û serbixwe, ji bo aştî, çareserî û welatekî bêşer, ji bo jiyaneke wekhev, aboriyeke ewle û jiyaneke ku em jin xeyal dikin ava bikin, em ê zêdetir bixebitin, xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek û encama hilbijartinê em jin dê diyar bikin. Em ê pêşerojên azad diyar bikin. Em jin dê qezenç bikin, bi me re wê civak û welat qezenc bike. Dê demokrasî, aştî û azadî qezenc bike. Dê edalet qezenc bike!"