Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir 2022-09-09 12:53:36   WAN - Cezayê  hefsê yê 10 mehan ku li rojnamegerê girtî Ûgûr Yilmaz hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.    Cezayê 10 mehan ê hefsê ku li rojnameger Ûgûr Yilmaz ê li Girtîgeha Xarpêtê yê Tîpa K1’ê tê ragirtin, di sala 2015’an de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bingehîn ve hate erêkirin.   Yilmaz ji ber cezayên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” ên 6 sal û 10 meh û 15 rojan lê hatiye birîn. Ew ji sala 2017’an ve girtî ye. Li bendê bû ku Yilmaz di 23’yê adara 2023’yan de were berdan. Lê ji ber cezayê wî yê dawî jî hate erêkirin tê payîn ku ew ê heya 26’ê tebaxa 2023’yan di girtîgehê de bimîne.