Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan 2022-09-09 11:55:38 MÊRDÎN - ÎHD’a Mêrdînê raporek têkildarî kuştina Adem Kara amade kir û di raporê de hat destnîşankirin ku hê kêliya ku Kara birîndar bû, polîsek ji sûcê “birîndarkirinê” hatiye binçavkirin û dadgehê wî berda ye.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê têkildarî Adem Kara yê 21 salî ku li Midyada Mêrdînê bi guleya polîsan hat kuştin, raporek amade kir. ÎHD’ê li avahiya xwe raporê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Serokê ÎHD’a Mêrdînê Fevzî Adsiz raporê xwend û diyar kir ku wan tespît û nêrînên malbata Kara û şahidên bûyerê esas girtine û di raporê de bi cih kirine.    POLÎSAN GULE LÊ REŞANDIN E    Adsiz diyar kir ku polîsan daye pey Kara û hevalek wî û got: “Polîsan daye pey wan û pişt re Adem Kara hatiye binçavkirin. Lê belê Kara xwe ji destê polîsan filitandiye û reviyaye. Di vê navberê de polîsan dîsa daye pey wî û gule berdanê.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ BÛYERAN ZÊDETIR DIKE   Adsiz bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ku 3 roj şûn ve daye û destnîşan kir ku daxuyaniya walîtiyê ya “lingê polîs li kevirê peyarêyê ketiye û ji ber vê demançeya wî gule berdaye” hewldana nixûmandina ser bûyerê ye. Adsiz destnîşan kir ku hê kêliya ku Kara birîndar bû, polîsek ji sûcê “birîndarkirinê” hatiye binçavkirin û dadgehê wî berda ye. Adsiz anî ziman ku tundiya leşker û polîsan di salên dawî de gelek zêde bûye û ev tundî û kuştinên bi destê polîs û leşkeran pêk tê ji bere w rayeya ji bo wan hatiye dayîn pêk tê. Adsiz destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê kujer, faîl ceza nagirtin û mafê jiyanê yê welatiyan tê binpêkirin.    Adsiz pêşniyaz kir ku rayeya polîsan bê sînordarkirin û sererastkirinek qanûnî were kirin û divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û hikûmet tavilê bûyerê lêkolîn bike. Adsiz xwest ku lêpirsînek karîger bê destpêkirin û hemû berpirsiyar derkevin holê.