‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’ 2022-09-09 10:24:37 WAN - Mehmet Alver derbarê jiyana mamê xwe yê siyasetmedar Ramazan Alver de axivî û got: “Ji ber vegotinên wî îro hem malbata me hem jî kesên ji navçeya me dizanin ku em ‘kî’ ne.”  Siyasetmedarê kurd Ramazan Alver (52) ji ber nexweşînên lê peyda bûbûn di 5’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Alver piştî salên 2000’î di partiyên siyasî yên kurdan de bi awayek çalak cih girt. Alver di Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Navçeya Erdîşê de, di encumena Meclisa Şaredariya Erdîşê de û xebatên HDP’ê de cih girt û pêşengtî kir. Di sala 2011’an de Alver di bin navê operasyonên “KCK” de hate binçavkirin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê birîn. Alver piştî 4 sal û 4 meh girtî ma di sala 2014’an de hate berdan. Dema ku li girtîgehê bû nexweşîn lê peyda bûn û piştî ku ji girtîgehê derket, teşhîsa penceşêra pankreasê lê hate kirin.    Biraziyê Alver, Mehmet Alver anî ziman ku mamê wî jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya kurdan bexşand û got mamê wî bêhiqûqiyan qet qebûl nedikir.    ‘DERDORA WÎ PIR JE HEZ DIKIR’   Alver diyar kir ku mamê wî jiyaneke bi rêgez û rast ji xwe re esas girt û wiha got: “Mamê min ji aliyê her kesekê ve pir dihat heskirin. Tim xwe li pêş dixist û hewl dida ku tiştên li kurdan tên kirin fam bike û wate bidiyê. Ji ber vê bedeleke giran da. Bi salan di girtîgehê de ma. Ji fikrên ku diparast tu caran paş de gav neavêt. Her tim bihêvî û bawerî bû. Dixwest ku her kes wekhev be û mafên herkesê yên wekî hev hebana. Şaşî û bêhiqûqiyan tu car qebûl nedikir û li dijî wana tim di nava têkoşînê de bû. Ev rastî ji aliyê her kesekê ve dihat zanîn. Ji ber wê cihê ku mamê min li wir bû, her kesê hevokên xwe bi baldarî hildibijart û diaxivî.”   ‘HÎNKER BÛ’   Alver da zanîn ku ew wek malbat bi saya mamê xwe têkoşîna azadiya kurd nas kirine û mamê wî piştî ku 4 salan di girtîgehê de ma, nexweşîn lê peyda bûn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mamê min tim jiyana kurdan dixwend, ji bo ku divê kurd çawa bijîn hûr dibû û ji me re vedigot. Me wî ji xwe re wekî pêşengekê didît. Dema ku me li cihekê tiştekî şaş bianiya ziman wî piştre bangî me dikir û rastiya wê ji me re vedigot. Îro em ji ber axaftinên wî dizanin bê ka em ‘kî’ ne. Di jiyana xwe de 4 salan di girtîgehê de ma, piştî ku derket ji me re got ku rewşa wî nebaş e û her ku çû xerabtir bû. Ji ber acizbûna xwe li Stenbolê di nexweşxaneyeke taybet de sala par tedawî dît. Di encamên tehlîlan de anîn ziman ku di pankreasa wî de kis hatiye dîtin û 4 emeliyat derbas kirin. Bi tu awayî tenduristiya wî baş nebû û jiyana xwe ji dest da.”