Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin 2022-09-09 09:01:19 AMED - Bi hinceta "heqaret li Erdogan kiriye" ceza li Mehmet Yildirim, birayê Medenî Yildirim ê di çalakiyên li dijî çêkirina qaleqolan de bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû, hatibû vekirin. Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.    Li Mehmet Yildirim, birayê Medenî Yildirim (18) ê di 28'ê hezîrana 2013'an de li gundê Hêzanê yê navçeya Licê ya Amedê di protestoyên li dijî çêkirina qaleqolan de bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû, bi hinceta "heqaret li Erdogan kiriye" sal û 2 meh û 7 roj cezayê girtîgehê hatibû birîn. Yildirim, li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Ji van hersê parvekirinan; "Nêrîna Erdogan nêzî ya DAIŞ'ê ye", "Kujer, diz" û "Bi rastî jî qey tu qaz î" ên li ser medyaya sanal ên bi hesabê “@yildirim_medeni" li Dadgeha Cezayê Asliye ya 4'an a Amedê bi hinceta "heqaret li Erdogan kiriye" doz li Mehmet Yildirim hatibû vekirin. Bi hinceta ku gotinên hatine bikaranîn di wesfê rencîdekirina haysiyet û rûmeta Serokkomarê AKP'î Erdogan de ne sal û 2 meh û 7 meh ceza li Yildirim hatibû birîn.    Parêzerê malbata Yildirim Serdar Çelebî jî di 14'ê Hezîranê de dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê re şandibû. Dadgeha Cezayê Giran jî biryar dabû ku di biryarê de tu bêusûlî tune ye û serlêdanê red kiribû.    Piştî vê dosye ji AYM'ê re hatibû şandin. Di serlêdanê de xalên azadiya fikr û ramanê yên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên di vî warî de hatine bibîrxistin.    Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku kesek hesabê navbirî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê gilî kiriye û hatiye xwestin ku bê lêkolînkirin ku hesab aydê Yildirim e yan na.    Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku mafê jiyana taybet û darizandina adil hatiye binpêkirin û doza 50 hezar TL maddî û 500 hezar TL manewî tazmînat hatiye kirin.