Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû 2022-09-09 09:00:32 ÎZMÎR - Nivîskar Hacay Yilmaz diyar kir ku kurdan tirsa ku tarîtiya 12'ê Îlonê ew afirand şikandiye û got: "Pir hindik ma em ev tarîtiya ku niha bi destê rejîma AKP-MHP'ê tê domandin bişikînin. HDP, cihê hêviyê ye."   Di ser darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yan re 42 sal derbas bûn. Darbeyê derbek giran li tevgera çep a wê demê xist û hemû destekftiyên çîna karkeran hatin desteserkirin. Li seranserê welêt rêvebiriya awarte hat îlankirin û derketina derveyî welêt hat qedexekirin. Partiyên siyasî û sendîka hatin girtin, rêvebirên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) hatin girtin û bi darvekirinê hatin darizandin. Li gor hejmarên fermî di dema darbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin û ji van kesan 230 hezar kes jî li dadgehên eskerî hatin darizandin. Li girtîgehan jî bi îşkenceyê nêzî 300 kes hatin qetilkirin û 48 kes jî hatin darvekirin.    Ji şahidên wê demê Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nivîskar Hacay Yilmaz derbarê derbeya 12'ê Îlonê de axivî.    Yilmaz, piştî darbeyê di sala 1982'yan de hatiye binçavkirin û bi mehan hatiye îşkencekirin û nêzî 5 sal û nîvan di girtîgehên Metrîs û Çanakkaleyê de maye.    HEYAMEKE TARÎ   Yilmaz anî ziman ku 12'ê Îlonê darbeyeke Amerîkî bû ku li qada navneteweyî hatiye plankirin û bi Destûra Bingehîn a nû ya di çarçoveya darbeyê de hatiye amadekirin hemû astengiyên li ber kedxwariya sermayeyê hatine rakirin. Yilmaz bilêv kir ku muxalefetê jî derbeyeke giran xwaribû û got: “Di 12’ê Îlonê de bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Zêdetirî 50 kes hatin darvekirin, bi deh hezaran kes neçar man ku welêt biterikînin. Bi qanûnên ku di 12’ê Îlonê de hatin çêkirin, grev, rêxistinên sendîkayî û azadiya ramanê hatin qedexekirin. 12'ê Îlonê, di heman demê welat veguherand îşkencexaneyê. Li gel girtinê, îşkence jî li mirovan hat kirin. Girtîgeh jî bûn îşkencexane û mirinxane. Lewam 12’ê Îlonê wekî serdema herî tarî ya Tirkiyeyê ket nava rûpelên dîrokê.”   GIRÎNGIYA TEVGERA KURD   Yilmaz destnîşan kir ku li dijî vê tabloya tarî yekem berxwedanên cidî li girtîgehan dest pê kiriye û girtî li dijî bênasname û yekrengiyê pir li ber xwe dane. Yilmaz bilêv kir ku tevgera kurd di şikandina atmosfera tirsê ya 12'ê Îlonê de xwedî roleke pêşengî bûye û wiha got: "Tevgera ku beriya 12'ê Îlonê li Kurdistanê xwe wekî tevgera Apoyî ifade dıkır, piştî darbeyö li herêmê tevgera azadiyê da destpêkirin. Li bajarên mezin tevgerên çep-sosyalîst sist bûn, lê li Kurdistanê tevgera azadiyê gel ji nû ve bi ruh û can kir û li dijî cûntaya 12’ê Îlonê û desthilatdarên faşîst ên piştî cûntayê bû muxalefet. Niha jî em têkoşîna azadiyê ya bi çepgiriyê re bûye yek a tevgera kurd dibînin."   BERXWEDANA KARKERAN   Yilmaz anî ziman ku hêleke din a derketina ji 12'ê Îlonê jî tevgerên karkeran e û bi taybetî jî Greva Netaşê ya di 1987'an de, di çîna karkeran de bû hilperîneke têkoşîna mafan li dijî cûntaya 12'ê Îlonê.   12 ÎLONÊ Û AKP   Yilmaz ku got "Em dikarin bibêjin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê felsefeya 12'ê Îlonê didomîne", destnîşan kir ku di navbera her du rejîman de hin hêlên dişibin hev hene. Yilmaz anî ziman ku her du rejîm jî faşîst û dîktator in û wiha axivî: “Di 12’ê Îlonê de jî li hemberî muxalefeta civakî, kurd û karkeran û tevgera sosyalîst zext û tundî hebûn. Niha jî zilm û zordarî li gorî 12’ê Îlonê du qat zêde bûye. Dadgehên 12'ê Îlonê ji leşkeran pêk dihatin. Niha dadger bi apoletên desthilata AKP-MHP’ê biryaran didin. 12'ê Îlonê dijminê tevgera karker, sosyalîst, baweriyên cuda û kurdan bû. AKP vê yekê di asteke hîn bilidntir de didomîne. Li girtîgehan îşkence pir dijwar bû û darvekirin hebûn. Niha jî mîna 12’ê Îlonê mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş bêyî ku bên dermankirin bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. EV ne kêmî darvekirinên dema 12’ê Îlonê ne. Wekî xulase, 12’ê Îlonê darbeyek bêhiqûqî û faşîst bû, lê desthilata niha bêhiqûqîtiyeke pir wêdeyî ya 12'ê Îlonê didomîne."    'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HÊVÎ HDP YE'   Yilmaz bilêv kir ku tevî ev qas tarîtiyê jî civak ji 12’ê Îlonê zêdetir bi hêvî ye û wiha got: “Di tevgera çep-sosyalîst, hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiya kurd de alternatîfên cidî hene. HDP heye ku bi serê xwe bûye hêvî ji bo civakê. Em dibînin ku di civakê de pêşketineke cidî heye ku dikare di demeke nêz de vê rejîmê biguherîne. Ev qas bêperwatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ji nişan dide ku dawiya xwe dibîne. Pir hindik maye em ev tarîtiya ku niha bi destê rejîma AKP-MHP'ê tê domandin bişikînin. Çawa ku em ji tarîtiya 12’ê Îlonê heta îro hatine, îro jî em ê di demeke hîn bihêztir ji vê tarîtiyê derkevin. HDP, bi têkoşîna xwe dibe cihê hêviyê. Ez dixwazim hemû gel bihêvî bin. Ji ber ku HDP heye. Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Tu kes ne bêçare ye."   MA / Tolga Guney