Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin 2022-09-08 16:54:42   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Amed û Denîzliyê dane destpêkirin de ev peyam hate dayîn: “Edalet ji bo me hemûyan lazim e. Îro wê ji kurdan re sibê wê ji we re lazim be.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê daye destpêkirin di roja 110’an de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin. Malbatan her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayika” berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bûca û Karşiyakayê piştgirî dan malbatên girtiyan.   POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90’Î   Hevserokê HDP’a Karşiyaka Menfî Yilmaz, diyar kir ku li dijî kurdan êrişeke topyekun heye û niha gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne. Yilmaz, destnîşan kir ku tevî van êrişan gelê kurd serê xwe netewand û got: “Polîtîkayên salên 90’î hêj jî didomin. Ev gel vê heq nake. Her tim zext li wan tê kirin. Dengê dayikan bibihîzin. Dayik tenduristiya zarokên xwe dixwazin. Lê îro weke Aysel Tûglûkê nêzîkatiyeke tolhildanê heye. Aysel Tûglûk tevî 3 raporan jî nayê berdan. Ez bang li hemû beşên civakê dikim; deng bidin van tiştên diqewimin.”   YEKANE ARMANC EDALET E   Rêveberê HDP’a Bûcayê Cahît Gunay jî bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û got: “Çima ji kujeran hesap nayê pirsîn? Çima Wezareta Dadê xwedî li qanûnên xwe dernakeve? Yekane armanca min edalet e. Edalet ji me hemûyan re lazim e ne tenê ji kurdan re. Îro wê ji kurdan re sibê wê ji we re lazim be, piştgiriyê bidin vî gelî.”   Yek ji malbata girtiyan Fehîme Poyraz jî xwest ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û got: “Qasî ku em dibêjin aştî ew digirin. Diavêjin girtîgehê. Em edaletê dixwazin. Êdî bes e bêdeng nebin.”   Nobeta Edaletê, piştî axaftinan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    DENÎZLΠ   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 31’an de berdewam dike. Dayik Îlker wiha got: “Ji ber nexweşiya kurê min bejna wî dirêj bûye, nexweşiya dil heye. Midurê yekemîn tedawiya wî asteng dike. Kurê min sewqî dêrûnnas kirine lê ev red kiriye. Ji ber ku pirsgirêkeke kurê min a dêrûniyê tune ye. Bi vî şeklî dixwazin bikevin pêş dermankirina kurê min. Bila daxwazên kurê min bên pêşwazîkirin û mafê wî yê dermankirinê bê pêkanîn.”