Danişîna Doza Kobanê berdewam dike 2022-09-08 16:01:32   ENQERE - Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ê ku ji Doza Kobanê tê darizandin diyar kir ku bûyerên tundiyê di xwepêşandanên Kobanê roja 7’ê cotmehê de piştî daxuyaniya Erdogan qewimîn.    Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.     Li gel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî mazeret ji dadgehê re ragihandin û tev li danişînê nebûn.    Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend. Danişînê bi parastina siyasetmedaran berdewam kir.    PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN BÛYERÊN TUND   Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay û endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Gur axivîn û parastina xwe kirin. Gunay Kubîlay destnîşan kir ku beyanên şahidan hev rizandin e û têk çûye. Kubîlay anî ziman ku daxuyanî ango banga HDP’ê ne li ser fermana rêxistinê hatiye kirin û di xwepêşandanên Kobanê roja 7’ê cotmehê de piştî ku Serokkomar Erdogan li Dîlok axivî bûyer tundir bûn û kuştin qewimîn.    Danişîn bi parastina siyasetmedaran berdewam dike.