Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin 2022-09-08 14:32:04   ŞIRNEX - TJA, HDP, DBP'ê ji bo meşa ku dê di 17’ê îlonê de li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê” bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya ji bo meşa ku dê di 17’ê îlonê de li Şirnexê bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirina xwezayê meşa azadiyê” bê lidarxistin, Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi vê armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û banga tevlibûna meşe kir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endam û rêveberên rêxistina bajêr û navçeyan beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Rêxistina HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî.   Gungen diyar kir ku di nav 3 salên dawî de li dijî xwezayê Botanê talankirin pêk tê û got: "Xaka Mezoptamyayê dergûşiya mirovahiyê kiriye lê niha bi talankirinek berbiçav re rûbirû ye. Ji ber vê çendê em ê wek HDP, DBP, TJA û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û gelek sazî û rêxistinên sîvîl jî di nav de em ê ber bi Cûdiyê ve bimeşin. Em wek rêxistina HDP’ê bang dikin ku 17’ê mehê saet 17.00 an de hemû gelê me li dijî vê talankirinê vedixwînin meşa xwe ya li Cûdiyê.”   TALANKIRIN DIDOME   Parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û diyar kir ku demek dirêj e li dijî xwezayê Kurdistanê talankirinek mezin tê kirin û wiha got: “Bi vê talanê şert û mercên jiyanê ji holê tê rakirin. Di qadên sînoran de ev talan bênavber berdewam dike. Tevî bertek û nerazîbûnên me jî talankirin bi israr didome. Lewra em bang li hemû derdorparêz û gelê xwe dikin ku pêşiya vê talanê bigirin.”