Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin 2022-09-08 14:16:54   WAN - Danişîna doza aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn bi hêceta "şahide veşarî ne amadeye" hat taloqkirin.    Di 26'ê hezîrana 2020'an de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan li Amedê avêtibû ser mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn. Di dema avêtina ser malê de polîsan bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribû. Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" doz li Çetîn hat vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Wanê hat lidarxistin.    Çetîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Malbat û parêzer jî di danişînê de amade bûn. Çetîn di danişînê de parastina xwe dubare kir û daxwaza berdana xwe kir. Parêzera wê Ekîn Yeter jî daxwaza berdana miwekîla xwe kir.    Heyeta dadgehê carek din bi hêceta "şahide veşarî ne amadeye" danişînê taloqê 27'ê cotmehê kir.