Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî 2022-09-08 14:15:34   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku wan bi tu partiye re wezîrtiyê nîqaş nekirine û dê nekin û wiha bersiva Meral Akşener da: “Gel te ji wan karên tarî nas dike. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî.”    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bal kişand ser gelek mijarên girîng. Gunay got êdî sebra tu kesî ji vê îktidara ku riziyaye re nemaye.    Ebrû Gunay nexasim bal kişand ser mijarek girîng a di rojevê de ku nîqaşa “Wezîrtiyê bidin HDP’ê” di raya giştî de tê kirin. Gunay bersiva Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku gotibû, “Maseya ku HDP lê be, em li wê maseyê tune ne” û wiha got: “Dixwazim hin mijaran bigihînim zelaliyê. Me bi tu partiye re bazara wezîrtiyê nekiriye û em ê nekin jî. Em ê bi dengên gelê xwe bên bijartin û gelê me li cihê ku bixwaze wê bibîne. Ehliyeta rêveberiyê wê ne hin kes, wê gel wê ehliyetê bide. Wê gel me bîne ser rêveberiyê û em  ê jî li gorî daxwazên gelê xwe pir xweşik bi rê ve bibin.    EM NE TIFAQA CUMHUR NE JÎ TIFAQA MILLET DESTEK DIKIN    Em li ser kîjan maseyê ne baş tê zanîn. Dixwazin wê hişmendiya ku sanki HDP dixwaze di Tifaqa Millet de cih bigire çêdikin. Wê ev hişmendî tiştek bi wan nede qezenckirin. Me sala par bi deklrasyona xwe helwest û rêgezên xwe danîbû holê. Em ne di tifaqa Cumhur de ne jî di ya Millet de cih dgirin û piştevaniya wan nakin. Derdek me wiha nîne û wê nebe jî. Namzetek ku em tasvîp nekin, em ê wî/wê destek nekin.    DIVÊ HER KES BO BERPIRSIYARÎ RABE    Siberoja vî welatî mijara gotinê ye. Divê her kesên ku ji bo partiya sêyemîn a vî welatî ku bike baldar be. Em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Mafê kesî tune ye ku bi rola qeyûman rabe. Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û siyasetê bike, lazim her kes hed û hidûdê xwe dizanibe. Ew ê hesab bidin dîrokê, bedela vî karî giran e.    BERSIVA MERAL AKŞENER DA    Karê Meral Akşener ango berdevkên wê ne ew e ku pozisyona HDP’ê diyar bikin. Jixwe xelk carek te ji karên te yên ku li gel Mehmet Agar û Tansû Çîller bi rê ve birin nas dike. Tu qet xema nekişîne, tişta ku te ji bo vî welatî wad daye tarîtiya salên 90’î ye. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî. Ne mase em bi te re li qawexaneyek çayê jî venaxwin. Me gelek caran got û em dîsa bêjin, tifaq û maseya HDP’ê diyar e. Yekîtiya me Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bi rastî jî ev tifaqa demokrsiyê û guhertin û veguhertnê dixwaze û tekane navnîşana muxalîfan e.    EM JI BO HILBIJARTINÊ AMADE NE    Her wiha hilbijartin kengê tê kirin bila bêk irin, em ji bo wê jî amade ne û em di nava amadekariyan de ne. Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em Tifaq û Siyaseta Rêya Sêyemîn in. Em ji bo azadî û demokrasiye tên, çimkî em ê biguherînin.”   BANGA JI BO MEŞA CÛDIYÊ    Gunay di dawiya axaftina xwe banga tevlibûna Meşa Cûdiyê ya dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezaya Botanê pêk tê jî kir û wiha got: “Çapemeniya hêja wekî hûn jî zanin  zext û zoren desthilatdariya AKP’ê her roj devam dike. Heman demê dijminatiya wan li ser xwezaya kurdan jî devam dike. Li Cûdiyê daristan xweza roj bi roj tê qetilkirin. Di 7 mehê dawî de %8’ê daristanên Cûdiyê hatine qirkirin. Em li her derê nasname, ziman û xwazeya xwe dipazêrin. Ji ber wê ji bangawazîya DTK, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya emê 17 Îlonê meşe kî li darxin. Em bi şiyara “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin.” Ez carden bangawazîya temamen ekolojisten u gelen tarkiyeyeî dikim, deng bidin qîrîna Cûdî. Emê bi hevre xwezaya Cûdî biparêzin.