Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin 2022-09-08 12:30:35   WAN - Makbûle Ozer a 80 salî destnîşan kir ku ew ji ber kurdbûna xwe bi hevjînê xwe re hatiye girtin û got: “Min di hundir de bêriya derve nedikir, ji ber ku tim nexweş bûm.”   Makbûle Ozer (80) û hevjînê wê Hadî Ozer (79) li navçeya Artemêtan a Wanê di 24’ê tebaxa 2018’an de di serdagirtina mala xwe ve hatin binçavkirin. Derbarê Hadî û Makbûle Ozer de piştre bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine” doz hate vekirin. Ji doza ku bi hinceta alîkariya rêxistinê kirine, li herduyan re 2 sal 6 meh ceza hate birîn. Piştî cezayê wan hate erêkirin di 9’ê gulanê de her du hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind. Makbûle Ozer ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê û li gel bertekên hatine nîşandan duh hate berdan. Cezayê Ozer salekê hate taloqkirin. Hadî Ozer  jî hê di heman girtîgehê de tê ragirtin.  OZER: TIM NEXWEŞ BÛM   Makbûle Ozer ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ew di girtîgehê de gelek zehmetiyan kişandiye, tim nexweş bûye û derbarê rewşa xwe de wiha axivî: “Ji ber ku tim nexweş bûm rewşa min gelek xirab bû. Min nedikarî pêdiviyên xwe bi tena serê xwe pêk bînim. Di qawîşan de jinan ez dişûştim, xwarina min çêdikirin û didan min. Ne tenê ez gelek girtiyên nexweş ên wekî min hebûn. Tedawiya girtiyên nexweş baş nayê kirin, xwarinên girtîgehê nayên xwarin û şert û mercên  wir xerab in."   ‘LI ATK WERGÊR TUNE BÛ’   Ozer destnîşan kir ku dema wê birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) 2 rojan di odeyekê de bi tena serê xwe maye û wiha pê de çû: “Dema ku ez çûm ATK’ê ez bi Kurdî axivîm. 2 rojan mam li wir. Rojekê ez birim nexweşxaneyê û hin tehlîlên min girtin. Roja din jî min derxistin pêşberî heyetê. Li wir wergêr tune bû lê bijîşkek bû alîkar û bi kurdî axivî. Bijîşkên din bi tirkî diaxaftin.”   Ozer bi bîr xist ku ew ji ber kurdbûna xwe hatiye girtin û got: “Ev tiştên ku hatine kirin zilm e. Sedema girtina me zimanê me û nasnameya me ye.”   BARANÊ 2 SALÎ   Ozer diyar kir ku di qawîşan ku ew tê de dihat girtin de zarokekî 2 salî ê bi navê Baran hebû, tim digiriya û rewşa wî ya derûnî ber bi xerabûnê ve diçû û wiha axivî: “Min du hundir de qet beriya derve nedikir ji ber ku tim nexweş bûm. Hê jî nexweş im. Dema ku ez ji girtîgehê derketim hevalên min ên qawîşê gelek xemgîn bûn, zarokê biçûk hat û xwe avêt hembêza min. Zarok digiriya û ji min re digot ‘pîrê neçe’. Giriyê wî min jî girand. Duh bi şev ez tim wî zarokî fikirîm û heya serê sibê ranezam.”   ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Ozer anî ziman ku ew û hevjînê xwe bi neheqî hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya min ew e ku Hadî jî bê berdan. Ji ber ku ew jî pîr û nexweş e. Hêvîdarim ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji ber ku girtiyên nexweş di şert û mercên zehmet de ne û tedawiya wan baş nayê kirin.”   MA / Cengîz Ozbasar - Hakan Yalçin