Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin 2022-09-07 18:06:19   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Malbatên li ber Girtîgeha Kiriklar ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome hatin gelhev, ji girtiyên nexweş re azadî xwestin.     Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê daye destpêkirin di roja 109’an de li ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ser dinivîsî li xwe kirin. Malbatan her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila zindan bên vala kirin ji girtiyan re azadî” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Torbali û Bûcayê piştgiriya çalakiya îro kirin.    ‘GIRTÎ WÊ SERÎ NETEWÎNIN’   Rêvebera Rêxistina HDP’a Bûcayê Cahît Gunay, diyar kir ku zext û tundiya li girtîgehan ne mirovî û exlakî ye û got: “Divê dest ji vê bêexlakiyê berdin. Girtiyên siyasî di girtîgehê de tên qetilkirin. Mehmet Emîn Ozkan di 84 saliya xwe de 3 caran emeliyat bûye. Nikare li ser piyan bisekine lê di girtîgehê de ye. Ev exlaqek û mirovahiyeke çawa ye? Girtiyan li ber we serî netewand wê ji niha û şunde jî netewîne.”   Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever jî bal kişand ser 3 girtiyên nexweşên giran ku çalakiya greva birçîbûnê didomînin û xwest daxwazên wan bên pêşwazîkirin.    DENÎZLÎ   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 38’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 30’an de berdewam dike.   Dayik Îlker wiha got: “Ji bo ku îşkence û zexta li ser kurê min bi dawî bibe û mafê wî yê tedawiyê bê dayîn çalakiya xwe didomînim. Dixwazim hemû raya giştî dengê girtiyên nexweş bibihîse û bide bihîstin.”