Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin 2022-09-07 17:22:02   STENBOL - Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku ji ber dewlet hatiya asta nikare were birêvebirin ew hatiye girtin û got: “Dewlet ji ber ku nikare îdare bike êrîş dike. Hûn niha nikarin bi rê ve bibin, hêvî dikim ku hûn hilweşin.”   Danişîna 7’emîn doza ku Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û 20 kesên din bi sûcdariya “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin şûna 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber hejmara temaşevanan a zêde li eywana Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate dîtin.   Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan û parêzerên OHD û ÇHD’ê beşdarî rûniştinê bûn. Her wiha hejmareke zêde parêzer û gelek parêzerên ji baroyên Fransa, Îtalya, Swîsre, Elmanya û Belçîkayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Zuleyha Gulum, Dilşad Canbaz, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û parlamenterên Stenbolê yên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadîgîl û Ahmet Şik jî beşdarî danişînê bûn.    Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Oya Arslan, Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz ji Girtîgeha Sîlîvriyê ku lê girtî ne tev li danişînê bûn. Kozagaçli û kesên pê re bi berzkirina dirûşmeyan ketin eywana danişînê. Li ser vê yekê temaşevan û parêzeran jî ji bo wan li çepikan dan. Kesên negirtî dihatin darizandin jî tev li danişînê bûn. Danişîn bi xwendina belgeyan destpêkir. Dozger ê têkildarî daxwazan mafê axaftinê dane wî xwest ku girtina Kozagaçli û parêzeran berdewam bike.    Dû re parêzer Hasan Fehmî Demîr, Ogûzhan Topalkara, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû mafê axaftinê girtin û axivîn.    DAXWAZA BERDANÊ NEKIR   Piştî axaftina parêzeran Selçûk Kozagaçli mafê axaftinê girt û axivî. Kozagaçli bi bîr xist ku bi ser mirina Ebrû Tîmtîk re 2 sal derbas bûn û Tîmtîk ji ber xemsariya dadgehê jiyana xwe ji dest da. Kozagaçli da zanîn ku 7 sal in girtî ye, 10 sal in tê darizandin û anî ziman ku carekê jî daxwaza berdanê nekiriye û nake jî. Kozagaçli ji cîhanê mînak dan û da zanîn ku li cîhanê rewşa girtinê herî zêde 7 sal in.    ‘HÛN NIHA NIKARIN BI RÊ VE BIBIN’   Kozagaçli, diyar kir ku ew 25 sal e parêzer e, ji roja ku dest bi pîşeyê xwe kiriye û vir ve telefonên wî hatine guhdarkirin, 20 sal in bi awayekî fîzîkî tê şopandin û got: “Ji ber ku dewlet nikare bê rêvebirin, ez girtî me. Di pêvajoya 17-25’ê Kanûnê de dozgerê ku hewl da guhê Hakan Fîdan û Erdogan bigire û bîne edliyeyê ez jî di 22’ê Kanûnê de girtim. Min li bûyera Şemzînan, dozên JÎTEM'ê yên Amed û Cizîrê nêrî. Wê demê tiştek tune bû. Dewlet ji ber ku nikare bi rê ve bibe êrîş dike. Hûn niha nikarin bi rê ve bibin, hêvî dikim ku hûn hilweşin.”    BAL KIŞAND SER OCALAN Û PARÊZERÊN WÎ   Kozagaçli qala “pêvajoya diyalogê” ku di sala 2013’an de destpêkiribû kir û da zanîn ku di vê pêvajoyê de parêzerên Ocalan re hevdîtin hate kirin. Kozagaçli diyar kir ku li ser daxwaza dewletê vegotinên Ocalan birine Qendîlê û got: “Ji ber tecrîdê zehmet bû ku vegotinên Ocalan bibin Qendîlê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi parêzeran hebû. Ji ber vê yekê keştî û helîkopter hatin amadekirin. Parêzeran daxwazên ku zanebûna dewletê pê hebûn ji wan re birin. Niha ji ber vê sedemê parêzer tên darizandin. Yekemîn doza derbarê KCK'ê de ji bo parêzeran hat vekirin. Li wir 22 parêzer hatin darizandin. Di nav wan da muwekîlên min hebûn. Ma ev yek ne ‘bêexlaqî’ ye?”    Piştî Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Oya Aslan mafê axaftinê girt. Piştî axaftinên Aslan û Ozgur Yilmaz dadgehê biryara berdewam kirina girtinê da û danişîn taloqî 7’ê mijdarê kir.