Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn 2022-09-07 15:39:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdûlwahîd anî ziman ku aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema serokatiya Mesrûr Barzanî nayê zanîn.   Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdûlwahîd derbarê dahatên Herêma Kurdistanê ya Federe de daxuyaniya çapemeniyê da. Li gor agahiyên nûçeya Rojnewsê Abdûlwahîd aniye ziman ku aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema serokatiya Mesrûr Barzanî nayê zanîn. Ebdûlwahîd diyar kir ku Barzanî di 9 demên hikûmetê de serokatî kiriye û di van 9 deman de lêhatinên Herêma Kurdistanê 40 milyar dolar bûye û ji van 17 milyar 980 milyon dolar ji bo mûçeyan hatine xerckirin lê belê aqûbeta 22 milyar dolaran nayê zanîn.