‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’ 2022-09-07 12:12:16   MÊRSÎN - Girtiyê nexweşê giran Yucel Kizmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2’yan a Kiriklarê tê ragirtin, 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Birayê wî Ahmet Kizmaz derbarê şert û mercên girtîgehê de axivî û got: “Wekî ku di nava girtîgehê de girtîgeheke din ava kirine.”   Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, a girtiyê nivîskar û nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên li Girtigeha Tîpa F ya Hejmara 2’yan a Kiriklarê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ên ku zêde dibin dane destpêkirin ket roja 11’emîn. 3 girtî li dijî ji hevalên xwe yên din cudatir tên ragirtin, serê cihê hewadarkirinê bi têlan girtinê, astengkirina çalakiyên werzîş, tenduristî û civakî ji 28’ê tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.     Birayê Yucel Kizmaz ku di girtîgehê de çalakiya grevê dimeşîne, Ahmet Kizmaz ji bo ku daxwazên wan bên bersivandan banga hişyariyê ji raya giştî kir.    ‘DI NAVA GIRTÎGEHÊ DE, GIRTÎGEH HEYE’   Yücel Kizmaz di temenekî biçûk de bi malbata xwe re koçî navçeya Tarsûsa Mêrsînê kir û dema di Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê de dixwend tev li refên PKK’ê bû. Di sala 1994’an de li Çewlikê di pevçûnekê de birîndar dibe û dîl tê girtin. Kizmaz derdikeve dadgehê, wî digirin û dişînin Girtîgeha Amedê. Kizmaz ê ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn piştî Amede sewqî Girtîgeha Kirikkale û Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê hat kirin. Kizmaz (55) ê ku 28 sal e di girtîgehê de tê ragirtin, di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûn. Kizmaz ê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) de cih digire û wekî gelek girtiyên nexweş pêdiviyên xwe nikare bi tena serê xwe çareser bike.    Bira Kizmaz derbarê sepanên girtîgehê de axivî û wiha got. “Her sê girtî jî girtiyên nexweş yên ser 28 salan di girtîgehê de dimînin in. Di girtîgehan de bi qasî ji wan tê mafên mirovan binpê dikin. Serê cihê hewadarkirina girtîgeha ku tê de tên ragirtin bi têlê tê girtin, cihekî ku nayê jiyîn e. Wekî ku di nava girtîgehê de girtîgeheke din çêkirine. Ji ber vê Yucel û 2 hevalên xwe ketine greva birçîbûnê.”    ‘TUNDIYA DERÛNÎ DIKIN’   Kizmaz, anî ziman ku li birayê wî jibîrkirin, bêhaliya giran û gelek nexweşî peyda bûne û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de teşhîsa penceşerê lê kirin. Dema em hefteya borî bi birayê xwe re axivîn, anî ziman ku di demeke şevê li ser qawişên wan de digirin, tiştên wan belav dikin. Bi awayekê tundiya derûnî dikin. Di şertên normal de mafê axaftina telefonê 10 deqe ne lê belê carna piştî 2 deqeyan tê birîn. Ji bo ku em pê xemgîn nebin tiştên ku di girtîgehê de rûbirû dimînin venabêjin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN TENÊKIRINÊ DEWRÊ DE NE’   Kizmaz anî ziman ku binpêkirina mafan dê bi şikestina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha axivî: “Ger ku Ocalan azad bibe dê girtîgeh jî, civak jî azad bibe.” Kizmaz, diyar kir ku di girtîgehê de polîtîkayên tenêkirinê di meriyetê de ne û ev bang kir: “Piştî pêvajoya çareseriyê girtîgeh vegûherîne dojehê. Hikûmeta AKP’ê bi van polîtîkayan dixwaze civakê bitirsîne. Taybetî jî polîtîkayên girtîgehê, ji bo tirsandina malbatên welatparêz hene. Lê belê dê ev hewldanên hikûmetê encam nedin. Em ji ber jiyana birayê min biguman in. Banga me ji tevahiya raya giştî ew e ku xwedî li girtîgehan derbikevin. Tiştek were serê girtiyan berpirsyarê wê hikûmet e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di vê çarçoveyê de sûc dike.”