Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye 2022-09-07 11:37:11   STENBOL - Parêzerê parlamentera HDP’ê Semra Guzel, Bulent Aşa, diyar kir ku ji ber Guzel hêj parlamentere “kirariyên qeyda qebûlkirina girtîgehê” nehatine kirin û wiha got: “Ev rewş nîşan dide ku pêvajoya qewimî çiqas bêhiqûqî ye.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî ku hedef hate nîşandan parêzbendiya wê hate rakirin. Piştî parêzbendiya wê hate rakirin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Guzelê de lêpirsîn dan destpêkirin. Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê dan, di 2’yê îlonê de hate binçavkirin.    Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema beriya bibin edliyeyê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê bi paş ve hate kelemçekirin û polîsan tundî lê kir. Di dîmenên ku medyaya alîgirê desthilatê parve kirin de tê dîtin ku destên Guzelê bi paş ve hatine kelemçekirin û polîs hewl didin serê Guzelê bitewînin. Dû re Guzel a anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi SEG-BÎS’ê îfade da Dadgeha Sûlhê ya Enqereyê. Guzel li vir bi heman îdiayan hate girtin.    Parêzerê Guzelê, Bulent Aşa rakirina parêzbendiyê, binçavkirin û girtina Guzelê û “hewldana serî tewandinê” ji ajansa me re nirxand.  LI DIJÎ HIQÛQÊ YE    Aşa, bi bîr xist ku dema muwekîla wî hêj weke parlamenter nehatiye hilbijartin ji ber “pêvajoya çareseriyê” bi xizmê xwe Volkan Bora re wêne kişandine û ev wêne piştî 5 salan bi destê medyaya hewzê hatine servîskirin. Aşa, bi lêv kir ku pişt re li ser wêneyan nasmeya muwekîla wî ya parlamenteriyê û jinê hedef hatiye girtin. Aşa, anî ziman ku dû re parêzbendiya muwekîla wê bi dengên AKP’ê, CHP’ê û MHP’ê hate rakirin û ev yek jî li dijî hiqûqê ye.    COTSTANDARTÎ   Aşa, bi lêv kir ku fezlekeyên aydê parlamenterên AKP’ê û MHP’ê jî hene lê parêzbendiya wan nehatiye rakirin, ev rewş cotstandartî ye û got: “Ev hiqûq tenê li dijî HDP’ê û DBP’ê pêk tê. Esas pergaleke hiqûqê ya dualî heye. Ev hiqûq tenê li dijî parlamenterên kurd ên di qasa siyasî ya demokratîk de têdikoşin tê sepandin. Ev darbeyeke li qada siyaseta demokratîk e. Me bandora vê di demên paş de jî dîtin.”   JI BER KU WEKÎL E NEKARÎN QEYDA WÊ ÇÊBIKIN   Aşa yê rakirina parêzbendiya parlamenterên kurd yên demên berê bi bîr xist wiha got: “Wekîltiya Semra Guzelê hêj nehatiye xistin. Niha wekîlek girtî ye. Di rewşa asayî de her kesê ku tê girtin, li girtîgehê ‘kirariyên qebûlkirina qeydê’ tên çêkirin. Bi vê pergalê kes tê qeydkirin. Qeyda Guzelê ya girtîgehê nehate çêkirin. Ji ber ku Semra Guzel hêj weke parlamenter xuya dike. Ji ber ku weke wekîl nikarîne qeyd bikin ji parlamentera me pirsa ‘beriya ku hûn bibin wekîl we çi kar dikir’ pirsî ne û weke bijîşk qeyd kirine.”   Aşa, bi lêv kir ku di vê pergalê de jî wekîlek nikare bê girtin û got: “Ev rewş nîşan dide ku pêvajoya qewimiye çiqas bêhiqûqî ye.”    HEWLDANA BÊÎTÎBARKIRINÊ    Aşa, hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya Guzel bi bîr xist û ev rewş weke “kirêtî” nirxand. Aşa, da zanîn ku hewl dan binçavkirina Guzelê weke “çîrokeke serkeftinê” nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Armanca vê yekê bêîtîbarkirin û biçûkxistina wekîla me bû.”   ‘GEFÊN KUŞTINÊ DIXWARIN’   Guzel, da zanîn ku ji ber muwekîla wî bawerî bi darazê neanî û gefên kuştinê lê hatin xwarin neçûye îfadeyê bide û wiha domand: “Ji ber vê yekê li vir çîroka revînê nîne. Bi tenê ji ber ku gelek gefên kuştinê dixwe û bawerî bi pergala dadgeriyê nedianî, bi vî rengî tevgeriya. Em ji xwe dibînin ku baweriya sîstema dadgeriyê nîne. Parlamenterên HDP'ê, şaredar, rêveberên navend û navçeyan di girtîgehê de ne. Di rastiyê de ev yek bêhiqûqiya li hemberî siyaseta demokratîk nîşan dide. ‘Hiqûq’ tenê ji bo kurdan heye. Ji ber bêbaweriya xwe ya li hiqûqê, pêwîstî bi veşartinê dît.”   DENGÊ DI DÎMENAN DE HATIYE BIRÎN   Aşa, da zanîn ku dîmenên ku hewl hate dayîn serê Guzelê bi tewînin bizanebûn hatin weşandin, cihê dîmen hatine kişandin xebatkarên çapemeniyê nikarin bikevinê û wiha pê de çû: “Em dibînin ku vîdeo li ser talîmata Wezîrê Karên Hundir Soylû hatiye girtin. Dema me bi wekîlê xwe re hevdîtin kir, wekîlê me ji me re got ku ew li dijî vê li ber xwe dide û bi devkî gotiye ‘hûn nikarin vê bikin, hûn nikarin serê min bitewînin’ û li dijî vê yekê derket. Ji ber vê yekê dengê di dîmen de qut kirine. Di rastiyê de ev rewş bi xwe rewşa îşkenceyê ye. Keseke ku hêj di Meclisê de wekîl e bi paş ve tê kelemçekirin û serê wê tewandin, porê wê tê kişandin, ev bi xwe jî acizbûna wan nîşan dide.”   RASTIYA KURDÊN KU SERÎ NETEWÎNIN   Aşa, bertek nîşanî hewldana serî tewandina muwekîla wî da û wiha got: “Armanc ew e ku dibên ‘em ê bi we çok bidin danîn, em ê serê perçiqînin’. Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye.”   GILIYÊ POLÎSAN Û SOYLÛ KIR   Aşa, diyar kir ku giliyê hedef nîşandana Soylû û polîsên ku îşkence li Guzelê kirin, kiriye û di heman demê de ji ber dema muwekîla wî birin nexweşxaneyê kelemçe dernexistine û li cihê mûayenekirinê perde nehatiye kişandin wê derbarê bijîşk de jî serî li Odeya Tabîban a Tirk bidin û îtîrazî girtinê bikin.   MA/ Mehmet Aslan