Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe 2022-09-07 10:12:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Ferhad Şamî da zanîn ku Kampa Holê hewldana duyemîn a avakirina xîlafetê ye û got: “Li vir nifşê sêyemîn ê DAIŞ`ê mezin dibe ku ji DAIŞ`ê xeternaktir e.”   Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bipiştgiriya QSD`ê, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di 25`ê tebaxê de dest pê kir. Di encama pêngavê de ku heta niha didome, gelek tunel, cihên perwerdeya DAIŞ`ê, zindan, alavên îşkence û kuştinê û miqdareke cebilxane hate dîtin, her wiha gelek çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û gumanbar hatin girtin.   Têkildarî rêveçûna pêngavê û encamên ku heta niha bi dest xistine, Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ferhad Şamî, der barê xemsariya hêzên navneteweyî ya li hember xeternaktirîn kampên cîhanê (Kampa Holê) de got: “Ger ev der bûye bombeyeke demkî û ewqasî bîrin kûr bûye, yek berpirsyarê esasî ew kesên ku pişta xwe dan vê meseleyê û mijara DAIŞ`ê ji kokê de çareser nekirin.”   `NIFŞÊ KU LI KAMPÊ TÊ MEZINKIRIN JI DAIŞ`Ê XETERNAKTIR E`   Şamî, diyar kir ku ev demek e li Kampa Holê hem di rojeva wan hem jî di rojeva cîhanê de hebû û wiha behsa xetereya vê kampê kir: “Gelek bûyerên kuştinê, serhildanên jinên DAIŞ`î û êrişên zarokan li vir derdiketin. Ev mijar di çapemeniya cîhanê de, her wiha di belgeyên NY`yê de cih digirtin. Xetereya kampa Holê ji mêj ve hatiye eşkerekirin. Destpêka ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê berê xwe dane kampa Holê wekî bijareyeke lezgîn hate kirin, ku wê demê li Baxozê ber bi têkçûnê ve diçûn nîşaneya xeteriyê hebû. Dema jinên DAIŞ`î dihatin di nava axaftina xwe de digotin ku `xelîfe Ebû Bekir El Bexdadî soz daye me ku dê me xilas bike. Ev der wê cihekî me demkî be ku em li vir îdeolojiya xwe pêş bixin, cihekî ku em nifşekî nû yê DAIŞ`ê mezin bikin`. Lewra xetereya kampê gihîştiya astekê ku bûye bombeyek li ber teqînê. Li ser erdê êdî DAIŞ însanan dikuje û nifşekî nû ava dike. Xetereya herî mezin ev e ku nifşekî nû yên DAIŞ`ê li kampê tê avakirin. Dê ev nifş ji nifşê DAIŞ`ê xeternaktirîn be. Ji lew ra hewcedariyeke lezgîn bi vê operasyonê hebû.”   'KAMPA HOLÊ HEWLDANA DUYEMÎN A AVAKIRINA XÎLAFETÊ YE'   Şamî sedema destpêkirina qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê wiha anî ziman: “Di vê kampê de êdî DAIŞ xwe zindî dikir û vedigere wekî dema destpêkê. Avakirina DAIŞ`ê li van kampan bi çend kesan dest pê kir. Dema derfet dîtin xwe belav kirin û dewleta xwe ava kirin. Kampa Holê jî hewldana duyemîn ya avakirina xîlafetê ye. Ev bi rastî jî xeteriyeke ku her kes jî vê dibîne. Ji lew ra her çiqas ev pêngav ji ber êrişên dewleta tirk hatine derengxistin jî, lê pêwîstiyeke lezgîn pê hebû. Her çi qas civaka navneteweyî çavê xwe jê re girtibin tenê behsa xetereya wê dikin, gavên berbiçav zêde neavêtin, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn helbet nikarîbûn çavê xwe ji vê xeteriyê re bigrin. Ji ber ev bombeya demkî di nav herêmên me de ye û xeteriyek mezin li ser herêmên me, destkeftiyên me û cîhanê çêdike.”   'QSD`Ê PIŞTGIRÎ NEDABA DÊ DAIŞ JI DERVE FIRSEND BIDÎTA'   Şamî, di dewama axaftina xwe de sedema beşdarbûna QSD`ê di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de wiha rave kir: “QSD hêza parastina sînor a leşkerî ye. Operasyonên derve ji aliyê QSD`ê ve tên kirin. Di hundir de helbet sîstemeke rêxistinî û fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Lê DAIŞ ne tenê mijareke hundirîn e. Ev nexweşî tenê bi hêzên hundirîn re nayê mudaxilekirin. Ji bo wê QSD wekî piştgirîdayîn tev li pêngavê bû. Hemû cîhan dizane ku QSD`ê li hember terora DAIŞ`ê xwedî tecrûbe ye. Ger QSD`ê piştgiriya vê pêngavê nekiriba dê DAIŞ’ê dîtiba ku pêngav tenê ji hundir ve tê kirin, wê demê dê ji derve firsend dîtiba. Heta ev şaneyên wan yên di hundirê kampê de dê wekî fersendekê dîtibana ku karibin êrişî hêzên ewlekariyê bikin û hinek gavan biavêjin.”   PLANA DAIŞ`Ê YA AVAKIRINA 3 KORÎDORAN   Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî, destnîşan kir ku kampa Holê jî di nav de gelek hewldanên DAIŞ`ê hebûn ku korîdoran veke û wiha nirxandina xwe dewam kir: “QSD niha derdora kampê digire. Gelek hewldanên DAIŞ`ê hebûn ku korîdoran vekin. Di dema borî de hewldanên wan yên avakirina 3 korîdoran me eşkere kiribûn. Yek ji wan korîdoran ji herêmên dagirkirî bi taybetî ji xeta çiyayê Kezwana xwe bigîhînin Girtîgeha Sînaa, ji wir jî ber bi Holê û derbasî Til Koçerê bibin bû. Plankirina wan a destpêkê ev bû. Korîdora duyemîn; ji sînorê Iraqê bi taybetî jî rojhilatê Dêrezorê xwe bigîhînin Til Koçerê bû. Bala xwe bidinê, di demên borî de gelek şehîdên me di xeta Til Koçerê de çêbûn. Korîdora sêyemîn jî di ser çolistana Sûriyê re bû ku gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hewl da avê qut bikin. Bi taybetî jî dixwestin çemê Firatê qut bikin ku hikûmeta Şamê jî di bin navê ku bi şerê cuda re mijûl e, çavên xwe ji wan re girt. Şaneyên veşartî gelek herêmên li xeta avê ya di navbera me û hikumeta Şamê de bi dest xistibûn. Li wir jî xwestin korîdorekê vekin. Bê guman, ew korîdor di dema êrişên li ser zindana Sînaa de hatin pûçkirin. Lê korîdorên dîtir yên sînorê Iraqê û dewleta Tirk her man. Ji ber ku hikumeta Iraqê piştgiriya pêwîst neda û dewleta Tirk her tim li pey van şaneyan bû ku xwe bi rêya vê korîdorê bigîhîne kampa Holê. Ji ber wê, QSD`ê rola herî sereke hilda ser xwe ku karibe kampa Holê ji van şaneyên derdorê qut bikin û serweriya xwe li ser kampê çêbikin.”   TÊKILIYÊN DAIŞ Û TIRKIYÊ: XELÎFE BI TAYBET LI SER KAMPÊ Û ZINDANÊ DISEKINE   Di encama pêngava li kampa Holê de ku heta vê kêliyê dewam dike, gelek belgeyên ku têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk îsbat dikin, derketin holê. Ferhad Şamî têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk bi taybet di kampa Holê de bi van gotinan anî ziman: “Di cîhanê de rola dewleta tirk hatiye naskirin. Îro hinek kes serê xwe dixin axê naxwazin vê têkiliyê bibînin û eşkere bikin. Tişta ku xetereya DAIŞ`ê zêdetir dike ev e. Heta ku hêzên navneteweyî têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê îtîraf nekin, wan belgeyên di destê xwe de eşkere neke, dewleta tirk teslîmî dadgehê neke xeterî mezintir dibe. Dewleta tirk ji vê sûd werdigre. Di dema dawî de her çiqas me behsa van îspatan kir lê tiştên herî esas deşîfre kir mijara hebûna serçeteyên DAIŞ`ê ye. Têkiliya dewleta tirk û DAIŞ`ê hebûna serçeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî zelal e. Li Kampa Holê zêdetir zelal e. Çima? Niha Ebû Bekir El Bexdadî li Îdlibê hatibe kuştin, Qureyşî di navbera Îdlib û Efrînê de hatibe kuştin, Fayiz Egal li Babê, Mahir Egal jî Cindirêsê hatibe kuştin wê demê raste rast tekiliyên herêmên dagirkirî bi kampê re hene. Dosyaya Holê, dosyaya Kampa Roj û ya zindana DAIŞ`ê yekser girêdayî xîlafeta DAIŞ`ê ye. Xelîfe bi xwe li ser wan disekine. Xelîfe jî di herêmên dagirkirî de hatin kuştin.”   TÊKILIYÊN MÎT`Ê BI ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN LI KAMPA HOLÊ RE   “Di vê operasyonê de tiştên hîn zêdetir hate fêmkirin têkiliyên MÎT`ê bi şaneyên DAIŞ`ê re ye” Şamî bi van gotinan rola MÎT`ê di nava kampa Holê de diyar kir û ev tişt lê zede kirin: “Gelek çete û malbatan xwestin birevin, MÎT`ê gelek têkiliyên wan çêkirin. Cihê ku li kampê malbatên çete lê ne rasterast destê MÎT`ê di tevgera wan de berçav e. Dema êrişên dewleta tirk zede dibin yekser xwe radikin. Dema ku dibînin QSD`ê bi sînor re nemijûl e xwe vedişêrin, demekê disekinin. Ji bo wê ne mijareke bêzanebûn tê kirin. Îstîxbarat li pey vê ye ku dewleta tirk li ser sînorên wan baş bi kar dianî niha dixwaze di nav me de jî van dosyayan baş bi kar bîne ku car din zindî bike ku karibe serweriya xwe li herêmê çêbike.”   'NIFŞÊ SÊYEMÎN Ê DAIŞ`Ê YÊ HERÎ XETERNAK E'   Li kampa Holê nifşekî cîhadîstan tê avakirin. Zarokên ku mêjiyên wan bi îdeolojiya DAIŞ`ê tê şûştin xetereya herî mezin a li ser cîhanê ne. Der barê vê mijarê de, Ferhad Şamî ev tişt gotin: “Dema em dibêjin kampa Holê bombeyek demkî ye ne tenê bi hebûna çend fîşek û çekan e. Dixwazin li kampa Holê hişmendiya DAIŞ`ê serwer bikin. Dema em dibêjin DAIŞ di kampa Holê de ye em behsa nifşê sêyemîn dikin. Em DAIŞ li ser 3 nifşan dinirxînin; nifşê yekem yê beriya DAIŞ`ê, El Qayîde ye ku ji DAIŞ re bû bingeh, nifşê duyemîn yê ku DAIŞ ava kir û nifşê sêyemîn jî ev zarokên ku niha ser destê dayikên xwe perwerdeya DAIŞ`ê dibînin in. Rojnamevan dema derbasî kampê dibin lêdanê ji zarokên 4 salî dixwin. Ew zarok 2019`an dema hatin kampê çêbûne û niha bûne nifşê sêyemîn yê li kampê. Li gor saziyên mirovî ji me re parve kirine, mehane 60 zarokên DAIŞ`î li vir çêdibin. Ji sala 2019 heya 2022`an binêrin, hezar û 800 zarokên DAIŞ`î çêbûne. Ew zarok keviran diavêjin rojnamevanan, saziyên li vir, kesên ku lojîstikê pêşkêşî wan dikin. Dema ber wan de diçin, bi destê xwe sembola xîlafetê çêdikin û dibejê ez ê te serjê bikim. Ev xeter e. Ev nifş li ser kînê hatiye avakirin, dixwazin tola bav, xizm û emîrên xwe hilînin.”   `DAIŞ JI BO ÎDEOLOJIYA XWE DÎSA ZINDÎ BIKE VEDIGERE ŞÛR Û KÊRAN`   Gelek alavên kuştin û îşkenceyê di hundirê konên kampa Holê de hatin dîtin. Jinên ku rastî îşkence dihatin, hatin xilaskirin. Ferhad Şamî diyar kir ku DAIŞ bi alavên îşkencê, kêr û şûran tirsa xwe ava kiriye û got: “Li vê kampê ne tenê malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Penaber û welatiyên ku ji şer reviyane û xwe spartine QSD`ê jî hene. Ji bo ku DAIŞ îdeolojî û tirsa xwe zindî bike dîsa vedigere şûr, kêr û alavên îşkenceyê ku di operasyonê de hatine desteserkirin. DAIŞ esas tirsa xwe di dilê xelkê de ne bi çekên giran çêkir, tirsa xwe bi kêrê, îdeolojiya xwe ya li ser hatiye avakirin çêkir. Niha li kampê  şaneyên veşartî di aliyê îdeolojî de dibistan, mizgeftan de xelkê li ser fikrê cîhadîst xwedî dikin, aliyê din jî ji bo ku ev pêk werê kêr û alavên tûj ku xelkê pê îşkence dikin û wan dikujin, bi kar tînin.”   ‘RIZGARKIRINA WEFAYÊ YA ÊZIDÎ ŞANAZIYEKE MEZIN E’   Ferhad Şamî da zanîn ku pêngav li ser 4 aliyên stratejîk dimeşe û wiha pê de çû: “Yek, DAIŞ li vir tevlihevî çêdikir, bala xwe bidinê tevliheviya wan heya niha kêm bû. Du; ev dibistan cihên ku perwerde lê dîtin hatin rakirin ku wê hewldanên wan çêbibe car din ava bikin ku ji şert û mercên mirovî sûd digirin. Sê jî çalakiyên DAIŞ`ê bûn ku di van demên dawîn de nema dikarin çalakiyan bikin. Em ê hewl bidin bi temamî vê mijarê çareser bikin. Ya din jî bi rastî wekî şahnaziyekê em lê dinêrin rizgarkirina jina êzidî bû. Ev mijareke stratejîk a YPJ`ê bû. Bi awayekî rojane li ser vê dosyayê tê xebitîn ku jineke êzîdî li kur be heta ji me bê bi taybetî jî pêşengtiya YPJ`ê were rizgarkirin. Rizgarkirina Wefa ji bo me şahnaziyeke gelekî mezin e. Tu kes seranser nêzî vê mijarê bibe ku mijareke gelekî girîng e ku jiyanek ji nav van hovan de bê xilas kirin. Li vê derê heya niha zêdetirî 120 kes hatine girtin. Sîstema wan a ku niha tevlîhev bûye neçar in sîstemek nû ava bikin. Ev jî destkeftiyeke sereke ya vê operasyonê ye.”   'PIŞTÎ PÊNGAVÊ DÊ NÊZÎKATIYA ME DI VÊ MIJARÊ DE CUDA BE'   Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî îşaret pê kir ku sedema vê ‘bombeya li ber teqînê’ hêzên navneteweyî ne û got: “QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji mêj de erkên xwe yên girêdayî dosyaya DAIŞ`ê pêk anîne. Me DAIŞ têk bir, xetereyeke mezin li ser asta cîhanê ji holê rakir. Êdî îro şûn de bi taybetî jî piştî vê operasyonê erkê serekê dikeve ser civaka navneteweyî. Ji 50 heta 60 welatan zarok û jinên DAIŞ`î li vir hene. Hemû jî dizanin ev terorîst in. Lê dema ku ew dewlet nayên zarok û jinên xwe nabin, ew dibin alîkar ku DAIŞ zindî bibe. Ger ew dewlet wan bibin bidarizînin, tev li civaka xwe bikin, wê demê çavkaniya ku DAIŞ jê sûdê wergire, ziwa dibe. Lê dema ku pişta xwe didin vê mijarê, birîna ku DAIŞ çêkiriye dihelê ku zêdetir kûr bibe. Heya niha tenê 20 dewlet hatine çend zarok birine, heta jin jî nebirine. Hêzên navneteweyî bi awayekî berjewendîperest nêzî vê mijarê bûne. Piştî vê operasyonê helbet dê nêzîkatiyên me li hember vê cuda be û ji niha ve em ji hêzên navdewletî re dibêjin ger ev der bûye bombeyek û ew qasî birîn kûr bûye, berpirsyarên esasî ew kes in ku pişta xwe dan vê meseleyê û mijara DAIŞ`ê ji kokê de çareser nekirin.”