Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm! 2022-09-07 09:02:32   WAN - Serokê ÎMO'ya Şaxa Wanê Mihaîl Atik destnîşan kir ku xebatên binesaziyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xizmeta astengdaran nakin û got, ji ber rantê bajêr bûye kavil.   Şirîdên zer ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin ku ji bo barê kesên çavên wan nabînin sivik bike hatine çêkirin, barê astengdaran girantir dike. Li navenda bajêr li gelek kolan û kuçeyan li ser peyarêkên şirîdên zer tune ne, li ser gelek peyarêyên ku şirîdên wan ên zer hene jî, stûnên elektrîkê û ronahiyê, qapaxên kanalîzasyonê, wesayitên parkirî, amûrên esnafan û hwd. hene. Li ser hin peyarêkên fireh jî şirîdên zer xwarovîço hatine çêkirin. Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Şaxa Wanê Mihaîl Atîk destnîşan kir ku rêveberiya qeyûm bajarekî biasteng afirandiye.    ‘ENQAZÊ DIAFIRÎNIN'   Atîk anî ziman ku di demên dawî de qeyûm ji bo propagandayê li bajêr lez daye xebatên binesaziyê yên di bin navê "xizmetê" de û got: "Di xebatên li nava bajêr tên kirin de tu nûkirin û veguherîneke ji bo astengdaran tune ye. Em ji ber ku saziyeke ku bi xebatên wiha re mijûl dibin, em van xebatan ji nêz ve dişopînin. Gava em kêmasiyan dibînin em bi raya giştî re parve dikin. Lê em nikarin rasterast xwe bigihînin saziyên erkdar. Pirî caran, me bi rêya hesabên medyaya sanal xwe gihand elemanên teknîkî. Me kêmasiyên xwe anîn zimên û diyar kir k xebatên tên kirin xizmeta hemû welatiyên li bajêr nakin. Tew me got, xebatên tên kirin bêyî ku astengdar esas bên girtin tên kirin û divê pêşî li ber vî yekê bê girtin. Lê belê ji ber ku tiştên em dibêjin li hesabê kesên rantxur û berjewendîparêz nayên tên paşguhkirin. Bi vî awayî enqazekê diafirînin."    BAJAR PÊŞKÊŞÎ SERMAYEYÊ TÊ KIRIN   Atîk da zanîn ku ne tenê astengdar, welatiyên din jî nikarin li kolan û kuçeyên bajêr bi rihetî tevbigerin û got: “Dest ji astengdaran berdin, niha mirovekş asayî bi xwe jî nikare di van kolan û kuçeyan de tevbigere. Ji lew re rê û peyarê hatine dagirkirin.. Tu rayedar mudaxileyî vê dagirkirinê nake. Ji lew re fikareke wan a civakî tune ye. Rêvebiriyek ku xema aramî û aştiya civakê bixwe tune ye. Ji ber vê bangên welatiyan bêbersiv dimînin.”   Atîk destnîşan kir ku dema ku mirov li arterên sereke yên bajêr digere kêmasiyan dibîne û got: “Li nava peyarêyê trafo, dezgehên esnafan hene. Arterên xerabe hene. Îcar dê mirov çawa karibin di van peyarêyan de bimeşin?"   'MUXATAB TUNE YE'   Atik destnîşan kir ku bi tayinkirina qeyûman re bajêr tê îhmalkirin û veguheriye amûreke çîna sermayeyê û bê îdîakirin û got: “Atmosfereke wiha çêbûye ku civaka li bajêr jî êdî ev yek qebûl kiriye. Ji lew re muxatabekî ku karibin pê re biaxivin û xwe bigihîninên nabînin. Tişta ku em dibêjin ne zehmet e, li vî bajarî welatiyên me yên astengdar hene. Ger ku tu ji bo wan ne xwedî mîsyoneke çareseriyê bî, pirsgirêkên din ji xwe qet ne hewce ye bên nîqaşkirin. Ev tiştine pir mirovî ne."   BANGAWAZÎ   Atîk ji bo çareseriya pirsgirêkên li bajêr bang li saziyên pêwendîdar ên dewletê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr kir.   MA / Cengîz Ozbasar