Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin 2022-09-06 19:51:55   AGIRÎ - Danişîna doza Abdûllah Kaya, nûçegihanê DÎHA'yê ya ku bi KHK'ê hatibû girtin, hat taloqkirin.    Danişîna 19'an a doza Abdûllah Kaya, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Agiriyê hat lidarxistin. Rojnamevan Kaya û parêzerên wî mazeret nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.    Meqama îdiayê xwest kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin û dadgehê jî danişîn taloqî 15'ê Mijdarê kir.    Doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û "alîkariya ji bo rêxistinê" li Kaya hatibû vekirin.