Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin 2022-09-06 17:59:07   AMED - Polîs Abdûllah Ercan, di dema qedexeya derketina derve de Hêlîn Şen a 12 salî kuştibû û bi sûcê "kuştina qesdî" doz lê hatibû vekirin. Di danişîna îro de dadgehê cardin daxwaza ji bo girtina Ercan red kir.    Danişîna doza polîsê bi navê Abdûllah Ercan ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê Helîn Hasret Şen a 12 salî kuştibû, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê hat lidarxistin. Polîs Ercan ku ji ber kuştina Hêlîn Şenê bi sûcê "kuştina qesdî" bi awayekî negirtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Nazmiye û Ekrem Şen, dê û bavên Hêlîn Şenê, parêzerên wan Abdûllah Zeytûn, Yakûp Guven û Omer Sansarkan jî tevlî danişînê bûn.    Dozgerê ku fikra xwe ya derbarê dosyeyê de ragihand, xwest xalên kêm ên dosyeyê bên temamkirin.    ‘KUJER HÊ NEHATIYE GIRTIN'   Bav Ekrem Şen got: “Keça min 8 sal e di bin axê de ye. Kujer hê nehatiye girtin. Ez dixwazim bersûc bê girtin." Dayik Nazmiye Şen jî got: "Ez dixwazim bersûc demildest bê girtin û ji kar bên derxistin."   ‘GELEK DELÎL HENE'   Parêzerê malbata Şenê Abdûllah Zeytûn jî diyar kir ku di danişîna borî de doza berfirehkirina vekolandinê kirine, lê daxwazên wan nehatine qebûlkirin û bi daxwazên wan ên ji bo berfirehkirina vekolandinê re gelek delîlên ku bersûc pên girtin hene. Zeytûn bibîr xist ku lêpirsîn ji aliyê dozgerê ku erka sûcên "terorê" di destan de hatiye birêvebirin û got, ji ber ku mexdûr kurd bû, wekî "sûcdara potansiyel" hatiye nîşandan û ji ber vê jî lêpirsîn baş nehatiye kirin. Zeytûn destnîşan kir ku di lêpirsîna Şenê de di warê edlî û îdarî de tiştekî hiqûqî nehatiye kirin û got, di doza Şenê de helwesta bêcezatiyê berbiçav de.    Zeytûn bilêv kir ku ji ber ku bersûc peywirdarê dewletê ye, tabiî hin xalên îstisnaî hatine kirin û xwest bersûc bê girtin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Ji parêzerên malbata Şenê Yakûp Guven jî destnîşan kir ku di sûcên li hemberî kurdan de gava kiryar peywirdarên dewletê bin, polîtîkaya bêcezatiyê bi awayekî sîstematîk tê bikaranîn û xwest welatiyên li kuçeya ku bûyerê lê qewimiye wekî şahid bên guhdarkirin û bersûc jî bê girtin.    Dadgehê piştî parastinan xwest li aqûbeta dosyeya li Saziya Tiba Edlî (ATK) bê pirsîn. Dadgehê daxwaza ji bo guhdarkirina welatiyên li kuçeya ku bûyer lê qewimiye û daxwaza ji bo girtina Ercan red kir. Dadgehê danişîn taloqî 15 Kanûnê kir.    PIştî danişînê parêzer Abdûllah Zeytûn got, dadger hewl didin bersûc biparêzin û got, dê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.