Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin 2022-09-06 17:12:48   STENBOL - Endamê berê yê Meclisa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû tevî ku şahidê derbarê wî de îfade dabû û ew nas nekir, bi hedef nîşandana Soylû hate girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 3’yê îlonê de, piştî serdagirtina 2 malên li Stenbolê endamê berê yê Meclisa Ciwanan ê HDP'ê Husamettîn Tanrikûlû hate binçavkirin. Tanrikûlû birin Midûriyeta Polisan a li ser Cadeya Vatanê ya Stenbolê û derbarê wî de biryara sînordarkirina hevdîtîna parêzer a rojekê hate dayîn.    Piştî sînordarkirinê Tanrikûlû di hevdîtina parêzerê xwe de destnîşan kir ku di bin çavan de bi kuştinê gef li wî xwarine. Li aliyê din derbarê dosyeye wî de biryara “veşartinê” hatiye dayîn.    SOYLÛ HEDEF NÎŞAN DA   Piştî Tanrikûlû ragihand ku bi kuştinê gef lê hatiye xwarin, Wazîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dîmenên Tanrikûlû parve kir û îdia kir ku Tanrikûlû çûye Kampa Penaberan a li Yewnanîstanê û ew hedef nîşan da. Piştî karûbarên îfadeyê yên Tanrikûlû li midûriyeta polîsan qediya, ji bo ku îfadeya wî were girtin sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kirin.    Dozgeriyê îfadeya Tanrikûlû girt û ew bi “endamtiya rêxistinê” sûcdar kir. Hate îdiakirin ku kesekî beriya niha hatibû girtin di mulakata xwe ya bi polîsan de anîbû ziman ku Tanrikûlû çûye Kampa Lavrion a penaberan. Tanrikûlû bersiv da û ev îdia derewandin. Tanrikûlû îdiayên ku Serokatiya Daîreya TEM’ê yên derbarê wî de ên “agahiyên îstîxbarî” daye komkirin jî derewand û anî ziman ku di demên îdiayên li ser wî hatine kirin de ew li Stenbolê de bûye.    ‘ŞAHID’ TANRIKÛLÛ NAS NEKIR   Tanrikûlû, agahiya ku ji meha adarê ve li Esenyûrtê de di karên cuda de wek karker xebitiye parve kir û xwest ku ev yek were pirsîn û lêkolînkirin. Li gel vê yekê Tanrikûlû xwest ku kesê li dijî wî îfade daye jî were guhdarkirin. Li gel vê yekê dozger anî ziman ku ew bi kesê ku îfade daye guhdar kirine. Kesê ku derbarê Tanrikûlû îfade daye destnîşan kiriye ku ew Tanrikûlû nas nake.    Li gel ku derbarê wî de tu îfade nîn in dozger Tanrikûlû bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê kir. Tanrikûlû yê ku sewqî dadgehê kirin, hate girtin.