Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe? 2022-09-06 15:44:52   ENQERE - Endamê HDP’ê Bulent Parmaksiz ê ji Doza Kobanê tê darizandin, bal kişand ser îfadeyên îtîrafkaran û got: “Hûn girêdayî îtîrafkaran hewl didin me li gorî pêwîstiyên siyasî darizînin. Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?”   Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.  Ji bilî parlamenterên HDP’ê gelek parêzer û temaşevan beşdarî danişînê bûn. Nûnerekî ji Navenda Mafên Parêzeran a girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî beşdar bû.    Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina zêdekirina evraqên nû ya li dosyayê dest pê kir. Di danişînê de ewilî siyasetmedara kurd Sîbel Akdenîz axivî û diyar kir ku ew ê wergera nivîskî ya parastina xwe ya bi zaravayê kirmançkî yê kurdî amade kiriye di 9’ê Îlonê de radestî dadgehê bikin .   Serokê dadgehê pişt re ji dozgeriyê pirsî ka mutaala amade ye yan na. Di daneşînê de hat diyarkirin ku mutaalaya ku 78 rûpel e wê bi nivîskî pêşkeşî dosyayê bê kirin, dadgerê seroktiyê biryar da ku ev mutaala ji saziyên înfazê yên ku siyasetmedar lê ne re bê şandin.   NIKARÎ TEV LI CENAZEYÊ BAVÊ XWE BIBE   Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ê pişt re mafê axaftinê girt, bi lêv kir ku doz dozeke siyasî ye û got: “Ev cînayet e. Hûn di vê darizandinê de îşkenceyê li me dikin, lê dema serdema siyasî biguhere wê ev doz jî biqede. Dadgeh jî di nav de her kes bi vê dizane. Parmaksiz, da zanîn ku herî dawî bavê xwe winda kiriye û di demên dawî de nikariye li cem wî be û got: “Barê we zêde dibe.”   ‘DÊ PIRSGIRÊK WISA ÇARESER BIBE?’   Parmaksiz, qala îtîrafên şahidên nepen ku ew weke “îtîrafkar” bi nav dike kir û wiha axivî: “Ev doz û doza girtina HDP’ê bi hev re diçin. Ev planeke siyasî ye. Hûn girêdayî îtîrafkaran hewl didin me li gorî pêwîstiyên siyasî darizînin. Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?”