‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’ 2022-09-06 15:25:32   AMED - Endama MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag a derbarê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatiye vekirin, bi lêv kir ku bi heman îdiayan cara çaran e tê girtin.    Doza derbarê endama berê ya Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîm Akdag de hatiye vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Îdianameya pêvek ku ji ber îfadeyên şahida vekirî Kezban Kûday derbarê Akdag de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate amadekirin bi dosyaya Akdag a li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome re kirin yek. Akdag bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan a Amedê tev li danişînê bû û parêzerê wê Mehmet Oner jî amade bû.    ‘DI BIN ZEXTAN DE ÎFADE DAYE’   Akdag a parastina xwe bi kurdî kir, bi lêv kir ku cara çaran e bi heman îdiayan tê girtin û wiha got: “Pirtûkên li mala min dest danîn ser bi bandrol bûn. Li mala min gelek pirtûk hene kîjan qedexe ye kîjan ne qedexe ye nizanim. Kezban jî min çend caran li avahiyên HDP’ê yên navçeyan min dît. Ji bilî wê nas nakim. Îfadeyên ku wê derbarê me de dane hem bêbingeh in hem jî ne şênber in. Ez ê bi îfadeyên ne şênber çawa xwe biparêzim. Di dosyayên din jî îfadeyên şahidan hene û cara çaremîn e ez ji ber van îfadeyan têm binçavkirin û girtin. Pişt re gelek kesên ku îfade dabûn gotin ku di bin zexta polîsan de îfade dane. Saleke zêdetir bû min di bin şertê kontrola edlî de îmze didan, cihê min diyar e, daxwaza berdana xwe dikim.”   Dozgerê mutaalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û biryara berdewama girtina Akdag bê dayîn.    Parêzerê Akdagê, Mehmet Oner jî da zanîn ku tev li mutaalayê nabin, tenê li Amedê 11 lêpirsînên cuda li muwekîla wî hatine vekirin û hin bajarên cuda jî dosyayên lêpirsînê hene. Oner, xwest ku girtina dem dirêj ya muwekîla wî berçav bê girtin û bê berdan.   BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ DA   Şandeya dadgehê, xwest ku danişîneke din Kezban Kûday li dadgehê bê amadekirin û bi Akdag re bê hevrûkirin, muzakere ji Miduriyeta Polîsan a Amedê re bê nivîsandin û hemû beyanên Kûday ji dadgehê re bên şandin. Dadgehê derbarê Akdag de biryara berdewam kirina girtinê da û danişîn taloqî 24’ê mijdarê kir.