Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin! 2022-09-06 15:03:28 MÊRDÎN - Şîrîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê tê ragirtin bal kişand ser binpêkirina mafên wan ên bingehîn û ev bang kir: “Qêrîna me bibihîsin.”   Şîrîn Keskîn ê di Girtîgeha Tîpa T ya Bafraya Samsûnê tê ragirtin duh bi telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên ku pê re rûbirû dimînin, vegotin. Bav Azîz Keskîn derbarê axaftina telefonê ya bi kurê xwe re kiribû axivî û destnîşan kir ku kurê wî di telefonê de gotiye “Qêrîna me bibihîsin” û got: “Kurê min dibêje em her gaveke xwe di bin zexta derûnî û îşkenceyê derbas dikin. Li gel vê yekê li ser qawîşan digirin, îşkenceya fîzîkî dikin, di bin navê tadîlatê qawîşên me digûherînin, dest datînin ser pirtûk, name, lênûsk, pênûs, nivîsên rojane, lênûska bîranînan û radyoyên me. Ji ber sedemên pûç derbarê 20 hevalên me de lêpirsîn dan destpêkirin.” Bav da zanîn ku dema girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê dikin rastî zextan tên û got ku ji ber zextan girtî naxwazin malbatên wan biçin hevdîtina wan. Bav, xwest ku rêxistinên mafên mirovan li girtîgehê lêkolîn bikin.