'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?' 2022-09-06 09:05:45   AGIRÎ - Rêvebirê HDP'ê Sûat Yîgît bal kişand ser bikaranîna tiryakê ya li Bazîdê û got: "Herî zêde madeya tiryakê ya ku jê re dibêjin 'metamfetamîn' tê bikaranîn. Li gorî gotina rayedaran 'çûk jî li ser sînor nafirin.' Lê ev tiryak çawa ji Afxanîstan û Îranê tê vir?"   Li navçeya Bazîd a Agiriyê ku li ser sînorê Îranê ye, li dijî zêdebûna tiryakê bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê "Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Bazîdê" hat avakirin. Plaformê di 2'yê Îlonê de xwestibû daxuyaniyekê bide, lê polîs bi cop û mertalan êriş biribû ser girseyê. Di vê navberê de rêvebirên HDP'ê yên navçeyê Suat Yîgît, Abdullah Kebûde, Guneş Yasmin, Huseyîn Gonca, Rahîm Goren, Muhammed Çamlîbel, Murat Çabaş, Gonûl Ozturk, Yildiz Seferoglu û Bayram Ozmen jî di nav de gelek kes birîndar bûbûn. Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Cemal Akar û Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Suat Yîgît, Guneş Yasmin, Abdullah Kebûde û Cemîl Koç ê hatibûn binçavkirin, pîşte hatibûn berdan.    Rêvebirê HDP'a Bazîdê Sûat Yîgît û Endamê Meclîsa Şaredariyê Huseyîn Gonca yên di êrişa polîsan de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, derbarê rewşa navçeyê û êrişa polîsan de axivîn.   Suat Yîgît diyar kir ku li Bazîdê bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe û got, şêniyên navçeyê ji ber vê yekê nerehet in. Yîgît got: “Ev bikaranîna madeyê ciwanên me tenê ji jiyana birêxistinkirî dûr naxe, di heman demê de wan ber bi fuhûş û diziyê ve jî hêl dike. Bi vî rengî ciwanên me dibin amûrên pergalê û civak ber bi hilweşandinê ve tê hêlkirin. Têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina van pêkanîna ye."   Yîgît diyar kir ku bi bikaranîna tiryakê re ciwanên pêgirtiyê tiryakê ber ber bi liv û tevgerên bêexlaqî ve tên hêlkirin û got, ev ciwan di belavkirina tiryakê de tên bikaranîn. Yîgît anî ziman ku li dijî vê yekê di meha Tebaxê de dest bi kampanyayekê kirine û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de em bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re rûniştin û me ev mesele nîqaş kirin. Di dawiya nîqaşan de em gihiştin wê encamê ku li dijî tiryakê têkoşîneke hevpar divê. Li gorî vê biryarê me di bin pêşengiya rêxistinên sivîl û partiya xwe de 'Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Bazîdê' ava kir. Me biryar da ku ji bo civak hay ji vê rewşê çêbibe em li navçeyê daxuyaniyekê bidin û meşekê li dar bixin. Lê belê roja daxuyaniyê, berî ku daxuyanî bê dayîn polîsan em dorpêç kirin û bi lêdanê em em binçav kirin."   ‘JI AFXANÎSTAN Û ÎRANÊ TÊ'   Yîgît têkildarî êrişa polîsan de jî ev tişt gotin: “Naxwazin HDP li vir bibe hêza pêşeng û rastiyê belav bike. Ji ber vê jî tovê nefretê li nava civakê direşînin û partiya me terorîze dikin. Naxwazin em li hemberî van qirêjiyan çareyekê peyda bikin. Sedema bingehîn a astengkirina meşê jî ev e."    Yîgît destnîşan kir ku divê midûriyeta polîsan pêşî li ber belavkirin û bikaranîna tiryakê bigire, lê belê ji dêvla ku vê bike radibe êrişê dibe ser kesên li dijî tiryakê dixebitin. Yîgît got: “Tişta ku divê midûriyeta polîsan bike ev e; pêşîlêgirtina bikaranîna tiryakê û jiholêrakirina bazara tiryakê ye. Ji lew ra kontrola deriyê gumrikê di destê wan de ye. Tevahiya sînorê Îranê bi têl û dîwarê beton hatiye dorpêçkirin. Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin.' Lê ev tiryak çawa ji Afxanîstan û Îranê tê vir? Li Bazîdê Herî zêde madeya tiryakê ya ku jê re dibêjin 'metamfetamîn' tê bikaranîn. Ev jî di sînor re tê vir. Ev tiryaka ku di ser Afxanîstan û Îranê re tê, tenê nayê Bazîdê, diçe heya Ewropayê jî."    BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR   Yîgît bilêv kir ku li hemû kolanên navçeyê li dijî tiryakê dixebitin û bi serdana malbatan re gel serwext dikin li li dijî tiryakê. Yîgît anî ziman ku hewl didin xwe bigihînin ciwanên pêgirtiyê tiryakê ne û ji bo tedawîkirina wan xebatên xwe didomînin. Yîgît li dijî bikaranîna tiryakê bang li rayedarên dewletê û raya giştî kir û got: “Dest ji vê nijadperestiya xwe ya li dijî gelê kurd û reşandina tovê nefretê berdin. Bi polîtîkayên astengker pêşî li vê bazarê bigirin. Banga me ya ji bo raya giştî û gelê me jî ev e ku divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere. Em ê ancax bi vî awayî karibin pêşî li ber tiryakê bigirin."   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Endamê HDP'î ê Meclîsa Şaredariyê Huseyîn Gonca jî, ku ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin, got: “Li vir bi hezaran ciwanên me di nava çirava tiryakê de ne. Armanca me ew e ku em ciwanên xwe ji vê çiravê derxin. Me ji bo vê lêkolînek kir û em bi gelê xwe re rûniştin. Lê belê polîsan êriş anî ser me. Ji wan weye ku ji ber ku ez HDP'î me di nava vê xebatê de me. Na, ji ber ku e zli dijî tiryakê me beşdarî van xebatan dibim û naxwazim ciwanên me tiryakê bi kar bînin. Tevî hemû astengiyan jî, bêyî ku em serî bitewînin em ê têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê bidomînin û bi paş de gav neavêjin. Lewma em dixwazin gelê me bi me re be û piştgiriyê vê xebatê bike. Werin em bi hev re li dijî vê yekê rabin û tiryakê ji navê rakin."   MA / Cengîz Ozbasar