Li Rihayê jinek hat qetilkirin 2022-09-05 21:41:25   RIHA - Li Rihayê jina bi navê A.E. ji aliyê zilamê ku wê dixwest dest ji wî berde hat qetilkirin.    Li mezrika Buyukoba ya gundê Çaylarbaşi ya Sêwregê jina bi navê A.E. (35), ji aliyê M.E. ve bi çekê hat qetilkirin. A.E., dixwest dest ji M.E. berde.   Kujer M.E. jî piştî îfadeya li qereqola cendirmeyan sewqî edliyeyê hat kirin û bi sûcê "kuştina bi qesdî" hat girtin û ew şandin girtîgehê. Cenazeyê A.E.'yê jî piştî otopsiyê li ji aliyê xizmên wê ve lI Sêwregê hat definkirin.