Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan 2022-09-05 21:14:33   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Gel, ragihand ku muwekîlê wê Gokhan Yildirimê di rojiya mirinê de hatiye berdan.    Gokhan Yildirimê ku ji bo "darizandineke adil" 254 roj bûn li Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê di rojiya mirinê de bû, hat berdan.   Buriya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku derbarê muwekîl Gokhan Yildirim de biryara berdanê hatiye dayîn û li bendê ne ku Yildirim ji Nexweşxaneya Bajêr a Tekirdagê bê berdan.