Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye 2022-09-05 20:02:45   COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê ragihand ku di helîkoptera bi tîpa Skorskyê de ya ku ketiye, çawîşekî pispor miriye.    Êrişên Tirkiyeyê yênn li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin û her diçe şer û pevçûnên li van herêman dijwartir dibin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) duh û duh na pêr ragihandibû ku di 2-3'yê Îlonê de li herêma Zapê 2 helîkopterên Skorsky hatine xistin. Her wiha ANF'ê ragihandin ku îro jî helîkopterek aliyê hêzên HPG û YJA-STAR’ê ve hatiye xistin.   Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da.   Wezaretê îdia kir ku “di Tevgera Pençe-Kîlîtê” de helîkoptereke wan a Skorsky ji ber “pirsgirêkên teknîkî” ketiye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Di 4’ê Îlona 2022’ya de saet li dora 23.45’an helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji ber sedemên teknîkî neçar maye li herêma Tevgera Pençe-Kîlîtê dakeve. Gava daketiye qeza kiriye. Ji 8 personelên di helîkopterê de 7 jê hatine rizgarkirin. Rewşa wan a tenduristiyê baş e. Ji bo personelekî me jî li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”   ÇAWIŞEKÎ PISPOR MIRIYE   Walitiya Colemêrgê jî îro di malpera xwe ya fermî de têkildarî bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye. Walîtiyê diyar kiriye ku li herêma operasyona "Pençe-Kilîtê" helîkoptera Skorskyê neçar maye dakeve û gava daketiye qeza kiriye û di vê qezayê de çawîşê psipor Ûmît Kestî miriye.