Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin 2022-09-05 16:25:26 ENQERE - Malbatên girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin, li pêş Girtîgeha Sîncanê wiha band kirin: “Van bêhiqûqiyan bi dawî bikin.”   Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin û înfazên wan hatine şewitandin xwestin li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (MYK) Nûray Çevîrmen û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku xwestin biçin girtîgehê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di navbera polîs û parêzerên ku li bendê bûn malbat ji hevdîtinê derkevin de nîqaş derket. Polîsên ku îdia kirin ku daxuyaniya li pêş girtîgehê qedexe ye, mudaxileyê parêzerên ku bertek nîşanî wan dan.    CILÊN PARÊZER ÇIRANDIN   Yek ji parêzeran Alî Bozan ê bi lêv kir ku ne qedexeye di qada vekirî de daxuyanî bê dayîn, rastî heqaretên zayendparêz ên polîsan hat. Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşanî polîsan dan, polîsan ve carê êrişî parêzeran kir û cilên parêzer Alî Bozan çirand.    BAV OYNAŞ: KEÇA MIN BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ TÊ RAGIRTIN   Li dijî gengeşiya qewimî, bavê rojnamevan Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Sîncanê tê ragirin û înfaza wê hate şewitandin, Vahap Oynaş bi van gotinan bertek nîşanî polîsan dan: “Êdî bes e, tevî ku cezayê keça min xelas bûye jî bi awayekî bêhiqûqî di hundir de tê ragirtin. Ez ê li vir tenê daxuyaniyekê bidim.”   ÇIMA NAYÊN BERDAN?   Xwişka Jiyan Ateş a tevî cezayê wê xelas bûye jî nayê berdan, Pinar Ataş a di daxuyaniya piştî gengeşiyê de axivî, pirsa “Tevî ku cezayê xwişka min û girtiyên din xelas bûye jî çima nayên berdan?” kir û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Ev qas bêhiqûqî ji ku tê. 9 jin belasebep tên girtin.”   BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIRIN   Dû re bavê rojnameger Dîlan Oynaş ku di 26 'ê Nîsanê de berdana wê ya bi şert hat qebûlkirin lê ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Sîncanê ve berdana wê hate astengkirin, Vahap Oynaş diyar kir ku keça wî ji sala 2016’an ve girtî ye û berdana wê hatiye astengkirin. Bav Oynaş, bi lêv kir ku di meha Tîrmehê de careke din înfaza keça wê hatiye şewitandin û ev pirs ji Wezareta Dadê pirsî: “Komîsyonên li girtîgehan hatin avakirin, di encama înisiyatîfa we hatine avakirin, an înisiyatîfa rêveberiya girtîgehê bi xwe ye?” Bav Oynaş, bang li hemû partiyên siyasî yên di meclîsê de ne kir û xwest ev bihiqûqî demildest bi dawî bibe.   COTSTANDARTÎ TÊ SEPANDIN   Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bi lêv kir ku piştî “qanûna înfazê” ya di sala 2021’an de ji Meclisê derbas bû anîbûn ziman ku dê bi bêhiqûqiyan re rûbirû bimînin û got: “Girtî rastî cot standartiyê tên û lijneya çavdêriyê ya rêveberiya girtîgehê cihê dadgehan digire û azadiya wan sînordar dike. Îro hikûmeta AKP'ê ji bo ku hê zêdetir girtî di girtîgehan de bimînin li hundirê girtîgehê girtîgehek ava kiriye. Ji girtiyên ku bi gefên înfazê re rû bi rû ne, tê xwestin ku serî li ber vê bêhiqûqiyê bitewînin.   NAVÊN KESÊN KU ÎNFAZA WAN HATIN ŞEWITANDIN RÊZ KIRIN   Kaçmaz navên Hanİm Yildirim, Rojdan Erez, Jiyan Ateş, Dîlan Oynaş, Sedef Demîr, Berrîn Sarİ, Mukkades Kubîlay, Zeynep Bîngol û Sabîte Ekîcî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê înfazên wan hatin şewitandin rêz kirin.   Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekgoz jî bang kir ku bêhiqûqiyên di bin banê şewitandina înfazê de tên kirin bên bidawîkirin.