Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye 2022-09-05 14:11:07   STENBOL - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku diyar kir ku ji dema Seyît Riza heta niha hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bê tewandin û têkildarî girtin û rakirina parêzbendiya xwe wiha axivî: “Muxalefet jî parçeyek ji vî karî ye.”   Piştî ku wêneyên parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel û endamê PKK’ê Volkan Bora yên di pêvajoya bi navê 'çareserîyê' de ji medyaya hewzê re hatin servîskirin û bû hedef, di 1’ê Adarê de bi dengên hevpar ên AKP’ê, MHP’ê, CHP’ê û ÎYÎ Partiyê parêzbendiya wê hat rakirin.    Dû re Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Guzel a parêzbendiya wê hate rakirin de lêpirsîn da destpêkirin. Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn di 2’yê îlonê de li Stenbolê hate binçavkirin.    Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê bi heman îdiayê hate girtin.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî girtina xwe pirsên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bersivandin.    DI WÊNEYAN DE SÛC NÎNE   Guzel, da zanîn ku wêneyên ku pê hedef hate girtin di sala 2014’an de hatine kişandin û cendermeyan ev wêne di sala 2017’an de dîtine û bal kişand ku 5 sal bûn wêne ne bi nûçeyan ne jî bi tiştekî din nehatibûn rojevê. Guzel, bi bîr xist ku wêne di 9’ê çileyê de ji aliyê medyaya hewzê ve hatin servîskirin, dû re kampanyaya linçe hate destpêkirin û got: “Di wêneyên ku wan sûc dîtin de tu sûc tune bû. Wêne di pêvajoya çareseriyê de hatine kişandin û ji bilî têkiliya nêzbûnê ya di navbera her du kesan de tiştekî din nahewîne. Lê wan hewl da ku wesfa ‘endamtiya rêxistinê’ li wêneyan bar bikin.” Guzel, bi lêv kir ku di heman serdemê de bi hezaran kes çûne herêmê û bi xizmên xwe re wêne kişandine, rojnamevanan kincên bi heman rengî li xwe kirine û hevpeyvîn kirine û wiha berdewam kir: “Derbarê kesê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ez wê demê ne wekîl bûm, ez ne endama partîyê jî bûm. Kesên ku di çarçoveya dosyeya tê qalkirin de hatin darizandin jî hebûn. Hemû agahiyên min di dosyayê de bûn û cihê min diyar bû. Tevî vê yekê jî piştî 5 salan navê min kete rojevê. Sedema vê yekê jî ew bû ku AKP’ê dest li hilbijartinê werda û hewl da malzemeyên hilbijartinê di vî alî de berhev bike. Di vê pêvajoyê de li ser pêvajoya çareseriyê êrîşên li ser gelê kurd dest pê kirin. Ev dîmen li doza girtina partiyê zêde kirin û hewl dan hincetên pûç ên girtina partiyê li gorî xwe hilberînin.”   ‘PÊVAJO NE LI GORÎ HIQÛQÊ YE’   Guzel, destnîşan kir ku rakirina parêzbendiya wê ne li gorî hiqûqê bû û wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de berî her tiştî divê parastina wekîl bê girtin û piştre biryar bê dayîn. Lê belê rewş ne bi vî rengî bû. Wan dîyar kir ku berîya ku parastina min were girtin divê parêzbendîya min were rakirin. Serokê Komîsyona Hevpar ê wê demê Bekîr Bozdag bû. Di wan rojan de derket û ji bo min got, 'divê parêzbendiya wê bê rakirin'. Pişt re bû Wezîrê Dadê. Dema mirov li rewşa vî kesê li serê mekanîzmaya ku min darizîne binêrin, em ê ji edaletê çi hêvî bikin?”   ‘MUXALEFET BERPIRSYAR E’   Guzel, bi bîr xist ku CHP’ê û Îyî Partiyê jî têkidlarî rakirina parêzbendiya wê deng dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encamê de înfazeke bê daraz pêk hat. Belê desthilat û hevkara wê ji xwe esas hêmanên ku ev pêvajo bi rêve dibirin bû. Lê divê destnîşan bikim ku muxalefet jî perçeyek ji vî karî bû. Her roj derdikevin ser dikê û weke soza hilbijartinê qala vegera li sîstema parlamenteriyê dikin. Qesta wan a ji vê sîstemê çî ye? Muxalefeta ku her roj hikumet û sîstema hiqûqê rexne dike, parlamenterek, endameke parlamentoyê, teslîmî sîstema yasayî ku baweriya wê jî pê nayê kir. Ev rewş di heman demê de perspektîfa muxalefetê ya li ser pirsgirêka kurd û sîstema parlamenteriyê jî nîşan dide.”   ÎDIA DEREWANDIN   Guzel, bal kişand ku agahiyên di nûçeyên di medyaya nêzî hikûmetê de cih digirin ne rast in, perûk li serê xwe nekiriye û li sînorê Edîrneyê nehatiye girtin û got: “Berçavkên ku li ber çavên min berçavka min a hejmarî ku rojane bikartînim bû. Dîsa îdîayên mîna nûçeyên ku min li Edîrneyê hewl da ji sînor derbas bibim, îfadeyên bêbingeh û derew in. Eger min hewl bida birevim, min ê di nava 9 mehan de karîbûya welêt biterikînim. Ez na fikirim ku min sûc kiriye, ji ber vê yekê niyeta min a revê tune ye.”   DIVÊ DERBARÊ VÎ BIJÎŞKÎ DE GILÎ BÊ KIRIN   Guzel a ku diyar kir ku dema hatiye binçavkirin hewl hatiye dayîn ji aliyê polîsan ve serê wê bê tewandin û anî ziman ku ew rastî kelemçeya bi paş ve û tundiya hatiye. Guzel, da zanîn ku dema ji bo mûayeneyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa, dema mûayeneyê de kelemçeya bi paş ve xistibûne destê wê nehate vekirin û wiha domand: “Tevî ku min rewş ji bijîşk re got jî, bijîşk paşguh kir. Her wiha tevî min jê re got di stû, çermê ser û zendên min brîndar bûne jî mûyane nekirim. Weke bijîşkekê min Protokola Stenbolê jî anî bîra wî. Ji min re got ‘Ew li vir derbas nabe’. Ji ber vê yekê ez bi rêya çapemeniyê giliyê wî dikim. Ji Odeya Bijîşkan re bang dikim, dixwazim derbarê vî bijîşkî de lêpirsîn bê destpêkirin.”   DÎMENÊN ÎKRAMKIRINÊ YÊN SOYLÛ   Guzel, diyar kir ku li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ew dîmen hatine serwîskirin û wiha pê de çû: “Di pêvajoya ez ji miduriyeta polîsan birim edliyeyê de, ji bo ji polîtîkayên xwe re malzemeyan çêbikin, bi îkramkirina Wezîrê Karên Hundir hin dîmen kişandin û servîsê çapemeniyê kirin.”   ‘MIN SERÊ XWE NETEWAND’   Guzel, têkildarî tewandina serê xwe jî ev tişt gotin: “Tişta ku dixwestin bikin ne tenê tewandina serê min bû. Esas ji Seyît Riza û vir ve hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bitewînin. Xwestin serê jinan bitewînin. Weke nûnereke kurdan û jinekê min nikaribû serê xwe bidim tewandin û min netewand.”   Guzel da zanîn ku di pêvajoya îfadedayînê de ji xeynî wan pirsên bûn mijara darizandinê hin pirsên din ji wê hatine pirsîn û wiha got: “Hin ji van pirsan derbarê parlamenterên din de bûn. Di pirsên li ser parlamenterên ku parêzbendiya wan nehatiye rakirin û her du dozên mijara darizandinê ne hiqûqî ne.”    ‘KURD WÊ SERÎ NETEWÎNIN’   Guzel, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd dikare encax bi diyalogê were çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku aştî pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Gelê kurd wê serî netewîne. Ez dixwazim bang li baroyan, komeleyên mafên mirovan, saziyên jinan û odeyên bijîşkan bikim; berteka xwe nîşan bidin û bibin şopdarê vê bihiqûqiyê.”