20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin 2022-09-05 09:00:38   AMED - Tevî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş 20 rojnamevan li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatin fîşkirin. Belgeya bi îbareya veşarî di dosyeya doza Muftuoglû ku jê tê darizandin de derket holê.    Rojnamevan Azîz Orûç di kanûna 2019’an de dema dixwest bi ser Ermenistanê re derbasî Ewropa bibe, hêzên Ermenistanê wî radestî Îranê kirin. Oruç ji aliyê Îranê ve li ser sînorê Tirkiyeyê û Îranê hat hiştin û bi hewldanê xwe hat navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li Bazîdê hat girtin û demek girtî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û pişt re hat berdan. Doza Orûç didome. Fîşkirinên rojnamevanan ku Midûriyeta Giştî ya Polîsan bi armanca îstîhbaratê kiriye li dosyeya doza Orûç hat zêdekirin. Di heman dosyeyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ji bi îdiaya “bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê kiriye” û alîkarî daye Orûç tê darizandin. Hat zanîn ku bi belgeyek îbareya veşarî li gel Muftuoglû 20 rojnamevan hatine fîşkirin.    Emniyetê van fîşkirinan spartiye agahiyên îstîhbaratî yên derbarê Cemaeta Fethullah Gulen de û hat diyarkirin ku nivîsên rojnamevanan di kovara bi navê “Journalist Post” de derketine. Hat gotin kovara navborî têkiliya wê bi rêxistina Gulen re heye û agahiya şexsî yên derbarê rojnamevanan de hatine berhevkirin.    SEROKÊ TGS’Ê JÎ HATIYE FÎŞKIRIN    Tevî Muftuoglû û Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş 20 rojnamevan hatine fîşkirin û navê wan di vê belgeya veşarî de derbas dibe. Di girteka fîşkirinê de tê gotin ku Muftuoglû û Dûrmûş nivîs şandine wê kovarê û ev girtek di 24’ê gulana 2022’yan de hatiye îmzekirin. Ev daxwaza fîşkirinê li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Polîsan pêk hatiye û ev fîşkirin wek giştînameyek ji midûriyetên polîsan ên bajarên Agirî, Enqere, Antalya, Amed, Gîresûn, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kocaelî, Sêwaz û Trabzonê re hatine şandin. Her wiha di belgeya veşarî de hatiye gotin ku divê ev agahî bi tu kesî û saziyan re neyê parvekirin.    'DIXWAZIN ME TERORÎZE BIKIN’    Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbarê fîşkirina lê hatiye kirin de wiha axivî: “Hevalê min ê rojnameger Azîz Oruç ji Îranê hat derxistin û şandin Tirkiyeyê. Ji ber ku Azîz li derve ma û malbata min jî ji ber ku li wir bû, bi min re ket pêwendiyê. Ji ber ku malbata min li Bazîdê dijî, min daxwaz kir ku Azîz li mala me bibe mêvandar. Ji ber pêdiviyeke wisa sade, însanî û hevaltiyê bavê min di heyama yekem de hat girtin û 8 mehan di girtîgehê de ma. Derbarê min de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ doz hat vekirin. Dema em li dosyaya dozê dinêrin ji bilî tiştên ku min gotiye tu delîlên ku sûc tê de hene tine. Lê belê belgeyek fîkirinê ya veşarî ji hêla polîsan ve tê şandin da ku di derheqê min de têgihiştinek çêbike. Bi vê belgeyê armanc dikin ku ez di vê dozê de wek sûcdar an jî bi terorê re nîşan bidim ku bêm cezakirin. Lê divê bê zanîn ku sûcê sereke fîkirina rojnamegeran e. Ji ber ku min ji bo kovarekê gotarek nivîsandiye ango ji bo ku ez karê xwe dikim derbarê min de fîkirinê pêk anîne. Di heman demê de ez nûnerê rêxistineke pîşeyî me û gotara ku min nivîsand ji bo gihandina têkoşîna komeleya me û zehmetiyên rojnamegerên kurd hatiye nivîsandin. Ji ber ku ez wezîfeya xwe dikim têm darizandin. Ji bo Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş jî heman tişt hat kirin. Ev di dosyaya min de derket holê ku me heman hejmar nivîsar nivîsand. Careke din destnîşan dikim ku fîkirin sûce û çi dibe bila bibe ez ê karê rojnamegeriyê bidomînim."