Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin 2022-09-04 23:55:00   STENBOL - Fînala Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a Herêma Marmarayê bi coş hat lidarxistin. Xelatên di tûrnûvayê de hatin wergirtin diyarî 16 rojnamevanên girtî hat kirin.    Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê hat qetilkirin, bi dirûşma “Tu jî golek biavêje tiryakê” Tûrnûvaya Futbolê li dar xistin. Fînala Tûrnûvaya Herêma Marmarayê hat lidarxistin. 12 jê jin bi giştî 152 tîm di tûrnûvayê de lîstin. Baskê tûrnûvayê yê Stenbolê di fînala mezin de 6 tîm hatin miqailî hev.     ‘SEMRA GUZEL RÛMETA ME YE’   Tîman li fînalê mabûn li Tesîsên Kuluba Sporê yê Karadolap a li Eyupsultanê maçê li dar xistin. Di maçê de tîmên zarok, tekil û jinan hatin miqabilî hev. Beriya maçê bi sedan kes govend gerandin û coşa xwe dan nîşandan. Di şahiya maçê de welatiyan dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Kemal Kûrkût nemir e”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Bi sedan kesên li ber stranên kurdî govend gerandin silav ji Semra Guzel re şandin û dirûşma “Semra Guzel rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha pankarta “Kemal Kûrkût nemir e. Em te ji bîr nakin” hat daliqandin.    TÎMÊN ZAROKAN   Di tûra ewil de tîmên “Zarokên rojê” û “Pêşeroja me” hatin miqailî hev û tîm wek hev man. Piştre ji tîmên tekil “Koma Hevra” û “Nûjiyan” bi coşek mezin lîstin. Di dawiya maçê de tîma “Nûjiyan” bi ser ket.    TÎMA ÇAPEMENIYA AZAD    Tîmên dawî tîma jinan a rojnamevanan “Çapemeniya Jinên Azad” û tîma Tevgera Jinên Azad (TJA) “Siya jinê” hatin miqailî hev û tîma jinên çapemeniya azad bi ser ket.    XELAT DIYARÎ ROJNAMEVENÊN GIRTÎ HATIN KIRIN   Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Sevda Tosûn, parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû û Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Edîtora JinNewsê Nişmiye Guler axivîn û pîrozbahî li tîman kirin.    Tîmên ku xelat wergirtin, diyarî 16 rojnamevanên kurd ên di meha hezîranê de li Amedê hatin girtin kirin.