7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin 2022-09-04 16:19:40   NAVENDA NÛÇEYAN - 7 partî û rêxistinan destnîşan kir ku pêkanînên li dijî parlamentera HDP'ê Semra Guzel û usluba dijminane ya Suleyman Soylû nayê qebûl kirin û gotin: "Em ê xwedî li vîna gel derkevin."   7 partî û rêxistinên siyasî ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî di nav de ne, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî mûameleya nebaş û girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel dan. Di daxuyaniya bi îmzeya Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel (Halkevleri), HDP, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) hate dayîn de wiha hat gotin: "Em pêkanînên li dijî Semra Guzelê qebûl nakin. Em ê li dijî hemû pêkanînên antî demokratîk û bêhiqûqiyê bin û em ê vîna gel biparêzin."   ZIMANÊ DIJMINATIYÊ YÊ SULEYMAN SOYLÛ   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em şêweyê binçavkirina Semra Guzel ku parlamenter e û îradeya gelan e, rêbaza pêşkêşkirina ji çapemeniyê, zimanê dijminatiyê yê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû qebûl nakin. Alîgirên ked, demokrasî û azadiyê nabe ku li hemberî kiryarên li dijî Semra Guzel bêdeng bimînin"   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kelemçekirina wekîleke jin, kişandina porê wê, zexta ji bo serîtewandinê, nêzîkatiyek ji bo çavtirsandina muxalefetê û hêzên gel e û hate gotin, "Em bang li partiyên muxalefetê, raya giştî ya demokratîk dikin ku bêdeng nemînin, nebin hevparê sûcên desthilatdariyê."   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em partî û rêxistinên ku mohra wan li binê vê daxuyaniyê heye, van kiryarên li dijî Semra Guzel tu carî qebûl nakin. Li hemberî kiryarên antî demokratîk û bêhiqûqiyê, em ê xwedî li vîna gel derkevin. Em ê kedê, demokrasiyê, azadiyê, aştî û edaletê biparêzin. Em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin û bi hev re biguherînin."