Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin 2022-09-04 09:08:05   WAN - Rojnamevanê girtî Ziya Ataman diyar kir ku li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmar 2'yan ku sewqî wê hatiye kirin, lêgerîna tazî lê hatiye kirin û ew xistin hucreyeke yek kesî.   Rojnamevan Ziya Ataman ku di 7'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind sewqî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmar 2'yan hatiye kirin ragihand ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wî hatiye ferzkirin. Ziya Ataman, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, nameyek şand. Ataman di nameya xwe de li ser binpêkirinên mafan ên di dema sewqkirinê de û yên li girtîgeha sewqî wê hatiye kirin sekiniye.    LÊGERÎNA TAZÎ   Ataman destnîşan kiriye ku li girtîgeha ku sewqî wê hatiye kirin de lêgerîna tazî lê hatiye kirin û ew ew xistine hucreya yek kesî. Ataman gotiye: "Pirsîn, 'Di rêwîtiyek dirêj de tu yê nerihet bibî?' Min got, 'belê'. Lê dîsa jî ez bi rîngeke wekî hucreyan şandin sirgûnê. Ez dibêjim sirgûn, ji ber ku cihê ku ez hatimê pir dûrî malbata min e. Malbata min bêtir ji min dûr xistin... Ev bû du hefte, hê jî ez nehatime ser hemdê xwe... Çawa hatim vira lêgerîna tazî li min kirin."   BI TENA XWE DI HUCREYEKÊ DE YE   Ataman di berdewamiya nameya xwe de ev tişt anîne zimên: "Ez bi tenê me. Cezayê min ê hucreyê an jî hikmekî giran tune ye. Lê dîsa jî min birin girtîgeheke yekpergalî. Hewşa wê tune ye. Çûna hewadariyê rojê saet û nîv e. Wekî din ez tim di wî cihê teng de me. Qet nebe hewş li ber derî bûna jî dê baş bûna. Ji bo em di wan korîdorên wekî labîrenta re derbas bibin, em çend caran pêlavên xwe derdixin û bi destên xwe paqij dikin. Ji ber ku min nedixwest ez bi tenê derkevim, demeke dirêj min çûna hewadariyê ya dema wê saet û nîvek e qebûl nedikir. Û îro min rojê dît... 24.08.2022."   MA / Cengîz Ozbasar