ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-04 09:00:40     * Cîhan Sancar, hevjîna Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar ku 29 sal berê hatibû qetilkirin û hê jî kujerên wî nehatine dîtin, got: "Hem êşa wî, hem jî serbilindiya wî mezin e. Dê di têkoşîna me de bijî. Em soz didin."   * Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê Derûnnas Nergîz Ant diyar kir ku jin ji ber ku li hemberî tundiya hişmendiya mêrî xwe birêxistin dikin hedef tên girtin û got: "Li herêmê tundî tê nixumandin. Lê ev tundî êdî derketiye holê, teşhîr bûye. Êdî li hemberî tundiyê jin bêdeng nîn in."    * Îsmet Tîmûrturkkan ê bi pençeşêrê ketiye diyar kir ku ji bo PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin, li Qibrisê bi tena serê xwe 23 hezar îmze kom kirine û ji bo piştgirtiya kampanyayê bang kir.    * Gamze Toprak û Tûncay Yildirim ên ji bo dîtina hevalên xwe çûne Girtîgeha Kiriklarê, bi hinceta ku silav dane girtiyên din mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan hatiye birîn.   * Rojnamevanê girtî Ziya Ataman diyar kir ku li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmar 2'yan ku sewqî wê hatiye kirin, lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ew xistin hucreyeke yekkesî.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 545’emîn de berdewam bike.    * Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, wê bi tev li bûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li ser gora xwe ya navçeya Qoserê were bibîranîn. (11.00)   * Rêxistina HDP’a Rihayê, wê girtiyan parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan şermezar bike. (12.00)   * Fînala mezin a tûrnûvaya futbolê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi dirûşma “Hûn jî li dijî hişbirê golekê biavêjin” ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de bi fîşeka polîsan hat qetilkirin, wê li eywaneke li Eyyûpsûltan a Stenbolê pêk were. (18.00)