Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin 2022-09-03 16:59:28 STENBOL - Malbatên girtiyan xwestin ji bo girtiyan çalakî li dar bixin. Polîsan êriş bir ser çalakiyê û rojnamevan Elîf Bayburt jî di nav de gelek kes kirin binçavan. Polîsan tundî li nûçegihanê me jî kirin.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye talqokirin di hefteya 24’emîn de ji bo Nobeda Edaletê bigirin, li Meydana Kartalê ya Stenbolê civiyan. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû û gelek kesan piştgirî da çalakiyê. Polîsan Meydanê dorpêç kir û destûr nedan ku malbat daxuyanî bidin.      TUNDÎ Û BINÇAVKIRIN    Polîsan biryara qedexeyê ya qeymeqamiyê kir hêcet û êrişî malbatan kirin û tundiyê li rojnamevanan jî kirin. Polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin.    Polîsan êrişî nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Baybûrt ku nûçe dişopand kirin, lêdan û destên wê ji paş ve kelemçe kirin û kirin binçavan. Baybûrt bi berzkirina dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bertek nîşanî polîsan da.    TUNDIYÊ LI NÛÇEGIHANÊ ME KIRIN    Polîsan tundiyê li nûçegihanê me Dogan Kavak ku nûçe dişopand kirin û komek polîs li ser serê Kavak kom bûn û lêdan û milê bi paş ve xwar kirin.      NÊZÎ 20 KESAN KIRIN BINÇAVAN    Ji malbatên girtiyan Fince Akman, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş, Kumrî Akgul û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Kartalê Aygul Sîncar jî di nav de nêzî 20 kesî hatin binçavkirin. Di kêliya binçavkirinê de polîsan li binçavkiriyan da û birin Midûriyeta Polîsan a Kartalê.    Welatiyên li derûdorê bertek nîşanî êrişa polîsan dan. Polîsan gefa binçavkirinê li welatiyan jî xwar.    KENANOGLÛ BERTEK NÎŞAN DA    Parlamenter Alî Kenanoglû bertek nîşanî êriş û binçavkirinê da û helwesta polîsan şermezar kir. Kenanoglû got ew ê li hemberî van êrişên polîsan serî netewînin û her tim li ser pêya bin û li dijî zilmê û neheqiyê têbikoşin.