Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin 2022-09-03 15:26:08   STENBOL – Di dîmenên binçavkirina Parlametera HDP’ê Semra Guzel de tê dîtin ku polîs dixwazin serê Guzel bitewînin lê wê jî wek hemû parlamenterên kurd serê xwe netewand.    Meha adarê parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat rakirin û Guzel duh li Stenbolê hat binçavkirin. Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ji bo ifadeyê sewqî Edliyeya Çaglayanê ya li Stenbolê hatiye kirin. Dozgerî berî ku îfadeya Guzel bigre wê ji bo kontrolkirina tenduristî birin nexweşxaneyê. Di dîmenan de hat dîtin ku 2 polîsên jin ku ketine milê Guzel û ji pişt ve hatiye kelemçekirin dibin û dixwazin serê Guzel bi destên xwe bitewînin. Di dîmenan de tê dîtin ku Guzel serê xwe natewîne û ew jî wek parlamenterên din ên kurd serî natewîne.       Dema di derketina ji nexweşxaneyê de hat dîtin ku Guzel ji pişt ve hatiye kelemçekirin û bi lez û bez siwarî erebeya polîsan tê kirin. Hat ditin ku polîsan dîsa xwestin serê Guzel bitewînin.