Erdogan, bi Putin re axivî 2022-09-03 14:57:57   ENQERE – Serokkomarê AKP’î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivî.   Serokkomarê AKP’î yê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re bi rêya telefonê axivî. Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li gel têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê firotina dexl û Santrala Nukleer a Zaporijyayê û gelek mijar hatine nirxandin. Hat ragihandin ku Erdogan wekî mijara peymana dexl, dê mijara Santrala Nukleer a Zaporijyayê dê roleke ku hêsan bike bigire ser milê xwe.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan û Putin dê bi munasebeta Civîna Bilind a Teşkîlata Karbeşiyê ya Şanghayê a ku 15 û 16’ê îlonê de tê lidarxistin dê bên cem hev û hat gotin ku dê di hevdîtina Samerkantê de li hev kirine ku ew ê van mijaran bi hurgiliyên wê ve niqaş bikin.