Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne 2022-09-03 13:43:38   ŞIRNEX – Hat îdiakirin ku li Hezexa Şirnexê 2 leşker, dema ku çekên xwe paqij dikirin, birîndar bûne.    Hat îdiakirin ku li navçeya Hezexa Şirnexê 2 leşker dema ku çekên xwe paqij dikirin gule teqiyaye û her du jî birîndar bûne. Leşkerên ên bi navê B.A. (46) û F.O. (27) ku birîndar bûne, bi balefira ambûlans a ku Wezareta Tenduristiyê şandiye sewqî Nexweşxaneya Perwerde Lêkolîn a Gulhaneyê (GATA) hatin kirin.    Têkidarî bûyere tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.