Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin 2022-09-03 13:24:14 MÊRDÎN – Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê destnîşan kir ku derbarê kuştina Adem Kara yê li Midyadê, lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.  Polîsan di 1’ê Îlonê de li bazara heywanan a taxa Işiklar a navçeya Midyada Mêrdînê gule li ciwanê bi navê Adem Kara (21) barandin û ew kuştin. Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di salên dawî de tundiya leşker û polîsan zêde bûye û di demeke nêz de li Midyadê cerdevanek ciwanekê kuştiye, disa cerdevanan êrişî jinan û pîran kirine. Di daxuyaniyê de hat hat gotin ku fikarên tundiyên zêde bûne û ev tişt lê hatin zêdekirin: “Ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neyên qewimin, divê dest ji van polîtîkayên bêcezahiştinê bê berdan. Ji ber vê yekê divê bi awayekî demildest, derbarê kuştina Adem Kara de lêpirsîneke bibandor a edlî û îdarî were destpêkirin.    Komîsyon di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê bûyerê teqîp bikin.