Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe 2022-09-03 11:04:13   AMED – Li gorî encama rapirsiya ASAL’ê daye çêkirin HDP li 3 bajarên mezin wek her tim yekemîn e û li Rihayê jî jî AKP têk diçe.   Şîrketa Şêwirmendî û Lêkolînê ya ASAL’ê encama rapirsiya “Lêkolîna meylên siyasî” eşkere kir. Rapirsî li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê hat kirin û ji kesên ku tevlî bûne re pirsa “Gelo vê yekşemê hilbijartin were kirin, dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” hat pirsîn.   Li Amedê kesên ku tevlî bûn destnîşan kirin ku dê ji sedî 59.7’ê wan dengê xwe bidin HDP’ê. Rêjeya dengên partiyên din jî wiha ye: AKP % 18.5, CHP % 4.8     Li Mêrdînê HDP bi rêjeya ji sedî 51.2’yan ve bû partiya yekem. Rêjaya dengên partiyên din ên Mêrdînê wiha ye: AKP % 25.5, CHP jî %6.0     Li Rihayê kesên ku tevlî rapirsiyê bûne ji sedî 45’ê wan gotin ku ew ê dengê xwe bidin AKP’ê. Li gor encamên hilbijartina sala 2018’an AKP ji sedî 7 dengê xwe yên li Rihayê kêm kiriye.      Li Wanê jî HDP bi rêjeya ji sedî 53.5’an bû partiya yekem. Rêjeya partiyên din wiha ye. AKP %26.9, CHP % 5.1. Li gor hilbijartina sala 2018’an AKP ji sedî 4 dengên xwe kêm kiriye.