Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye 2022-09-03 10:46:28   RIHA - Malbata Şenyaşar gazî Wezîrê Dadê kir û got: “Di hiqûqê de cotstandartî heye. We nifirê me bir serxwe.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire, di roja 544’yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat nobedê li mala we ya li Pirsûsê digire.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Tiwitterê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û wiha got: “Em malbatek li ser kar xwe bûn û di halê xwe de bûn. Di hiqûqê de cotstandartiyek heye. We nifirên me bir ser xwe. Yên ku behsa edaletê dikin û vê zilma li ber edliyeyê nabînin dê ew jî îfleh nebin.”