Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e 2022-09-03 09:07:22   STENBOL - Komîsyona Ciwanan a ÎHD a Şaxa Stenbolê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan dê dest bi xebatên çalakiyan û atolyeyan bike.   Komîsyona Ciwanan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ku bi aramnca çareserkirina pirsgirêkên ciwanan hat avakirin, dest bi xebatên xwe kir. Berdevka Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê Tûna Kemal Bûlût û endamê komîsyonê Karûn Yildiz derbarê armanc û xebatên komîsyonê de axivîn.    Karûn Yildiz diyar kir ku ciwan hem di jiyana civakî hem jî di jiyana taybet de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got, wan ji bo çareseriya pirsgirêkan komîsyon ava kiriye. Yildiz got: “Gelek pirsgirêkên ciwanan hene. Niha pirsgirêka xaniyan di rojevê de ye. Bi taybetî jî xwendekarên zanîngehê, mixabin ji ber buhabûnê ne wargeh ne jî xaniyên kirê bi dest wan dikevin. Ji ber krîza aborî jiyaneke wan a civakî nîn e. Her tişt pir biha ye. Nikarin pirtûkek jî bikirin. Ew nikarin biçin şanoyê û sînemayê. Paşê gava zanîngehê kuta dikin vê carê jî bi pirsgirêka bêkariyê re rû bi rû dimînin.”   GELEK ÇALAKÎ   Yildiz diyar kir ku ew ê bi çalakiyan dest bi xebatên xwe bikin û got: “Dibe ku ev hefteya fîlman be, an jî semînerek. Dibe ku em di pêşerojê de li zanîngehan ji semîneran li dar bixin. Em ji bo bibin çare ji binpêkirinên mafan ên ciwan bi wan re rû bi rû dimînin, tevdigerin."    KRÎZA ABORÎ   Tûna Kemal Bûlût, diyar kir ku gelek ciwan serî li ÎHD'ê didin û ciwan di serî de krîza aborî bi gelek pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Bulut got: “Di hemû jiyana civakî de pirsgirêk hene û em ji bo di warê derûnî û hiqûqî de piştgiriyê bikin, me Komîsyona Ciwanan ava kir. Em ê di vî warî de bixebitin. Wekî din, em plan dikin ku di komeleyê de qadên xebatê yên cuda ava bikin û li zanîngehan bi xebatên atolyeyan xebatên xwe pêşvetir bibin."    ATOLYEYÊN DERÛNIYÊ   Bûlût diyar kir ku ji bo ciwanên endam û dilxwaz ên komeleya wan planên wan ên li dijî bêhêvîtîyê û yên ji bo siberojê hene û got: "Em dixwazin ewilî atolyeyên derûniyê çêbikin û li vir bi semînerên cuda ji bo pirsgirêkan li çareseriyê bigerin.    BANGAWAZÎ   Bûlût bang li ciwanan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan tevlî komîsyonê bibin û got: “Em li bendî her kesî ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan. Em dikarin bi hev re heq ji pirsgirêkan derkevin."