Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da 2022-09-03 09:04:49 AMED - Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayê îdarî yê pere ku ji ber beşdarbûna daxuyaniya çapemeniyê ya bi hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin hatiye birîn, binpêkirina "mafê civîn û xwepêşandanê" ye.        Bi biryara Walîtiya Amedê ya 17’ê Tebaxa 2016’an di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de civîn, xwepêşandan û meş ên li bajêr hatibûn qedexekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) diyar kir ku ev biryar binpêkirina "mafê civîn û xwepêşandanê" ye.    Piştî biryara ku bi hinceta hewldana darbeyê hatibû dayîn bi 11 mehan, di 29’ê hezîrana 2017’an de, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Amedê xwestibû têkildarî îdiayên destdirêjiyê yên derbarê xebatkareke astengdara zihnî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê daxuyaniyê bide. Qeymeqamtiyê jî bi hinceta biryara Walîtiya Amedê destûr nedabû ku daxuyanî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê bê dayîn.   Di heman rojê de 80 endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê li dijî vê biryara navborî li ber nexweşxaneyê daxuyanî dabûn. Paşê li gorî “Qanûna Qebehetan" li kesên tevlî daxuyaniyê bûbûn 227 TL cezayê pereyî hatibû birîn. Ji kesên cezayê pere lê hatibû birîn Ramazan Sumer, li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Erganiyê dabû, lê dadgehê îtîraza Sumer red kiribû.    Piştî vê Sumer bi awayekî takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Sumer qebûl kiribû.   Dadgehê têkildarî cezayê îdarî yê pereyî biryar da. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayê îdarî yê pere yê ji ber beşdarbûna daxuyaniya çapemeniyê ya bi hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin hatiye birîn, binpêkirina "mafê civîn û xwepêşandanê" ye.     Her wiha dadgehê biryar da ku ji ber ku mafê civîn û xwepêşandanê yê Sumer hatiye binpêkirin divê 10 hezar TL tazmînat bê dayîn. 10 hezar TL tazmînat bê dayîn.