Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin 2022-09-03 09:02:14 AYDIN - Di rapora otopsiyê ya girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî de ku gardiyanan bê lêdanê ew biribûn odeya muşahadeyê û paşê hatibû derpêşkirin ku xwe kuştiye, hatiye diyarkirin ku darvekirin ne bi awayê bûyerên giştî de ye. Di raporê de hatiye gotin ku divê lêpirsîna edlî bê destpêkirin.    Rapora otopsiyê ya Yilmaz Ekîncî (28) ku hatibû derpêşkirin ku di 13'ê Çileyê de li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E'yê xwe kuştiye, hat eşkerekirin. Di rapora Ekîncî de ku dîmenên wî derketibûn holê ku gardiyanan ew bi lêdanê birine odeya muşahadeyê, hatiye diyarkirin ku darvekirin ne bi awayê bûyerên giştî de ye. Di raporê de hatiye gotin ku divê lêpirsîna edlî bê destpêkirin.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku sedema mirinê daliqandine, lê şopên ji ber daliqaninê çêbûne naşibin yên asayî. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku sedema mirinê ji ber bênefesiyê ya li devera qirikê ye, lê şopa li qirikê ne şopeke wekî ya bûyerên asayî yên bi vî rengî ye, lewma divê derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî bê destpêkirin.    ÇI QEWIMÎBÛ?    Hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekîncî (28) ê di Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E'yê de, di 13'ê Çileyê de xwe kuştiye. Rêvebiriya girtîgehê derpêş kiribû ku Ekîncî yê qama wî metre û 70 santîm xwe bi deriyê qawîşê yê bilindahiya wî metre û 48 santîm daliqandiye. Her wiha rêvebiriya girtîgehê ji malbatê re gotibû derûniya Ekîncî nebaş bûye.   Lê belê malbata Ekîncî îdîayên girtîgehê red kiribûn û ji ber ku rêvebiriya girtîgehê dîmenên kamerayên li odeya muşahadeyê mêze dikin nedabûn wan, yeqîniya xwe bi gotinên rêvebiriyê neanîbûn. Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî xwe gihandibûn dîmenên ku gava gardiyan bi lêdanê Ekîncî dibin odeya muşahadeyê.    MA / Tolga Guney