Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin 2022-09-03 09:01:16 ÎZMÎR - Serokê ÎHD'a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di dema Rewşa Awarte de li girtîgehan didomin û divê girtîgeh ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zext, pêkanînên îşkenceyê û binpêkirina mafan zêde dibin û li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê yên li dijî van pêkanînan didomin. Girtiyên neweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ne di 28’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Rayedarên ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nedîtî ve tên, dest ji çareserkirina pirsgirêkan berdin, girtiyan bi mironê re rû bi rû dihêlin.    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn rewşa girtîgehan nirxand.   ‘BÛNE BINPÊKIRINÊN MAYINDE'   Încîn, diyar kir ku di salên dawî de hejmara girtiyan zêde bûye û got: “Binpêkirinên mafan ên xwe disipêrin Rewşa Awarte ya sala 2016’an, li girtîgehan bûne binpêkirinên mayinde. Li gorî serlêdanên tên kirin em hem bi girtiyan re hem jî bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtinan pêk tînin. Kêm be jî, carinan pirsgirêk tên çareserkirin, lê pirî caran pirsgirêk bi neçareserkirinê bi dawî dibin."   GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ   Încîn bal kişand ser girtîgehên Tîpa S'yê yên ku nû hatine çêkirin û anî ziman ku ev girtîgeh girtîgehên pîlot in û tecrîdê girantir dikin. Încîn destnîşan kir ku divê girtîgehên Tîpa S'yê tavilê bên girtin û wiha got: “Girtîgehên Tîpa S'yê modeleke girtîgehê ye ku li ser tecrîd û îzokasyonê hatine avakirin. Li girtîgehan mirovan ceza dikin. Divê dest ji van pêkanînan bê berdin. Girtîgehên Tîpa S'yê dijî destûra bingehîn û qanûnên navneteweyî ne."   BIRYARÊN SIYASÎ Û BÎRDOZÎ   Încîn anî ziman ku  hefteyê herî kêm xebera mirina 2-3 girtiyan tê û ji bo berdana van girtiyên jiyana xwe ji dest dane gelek caran serlêdan hatine kirin, lê nehatine berdan. Încîn destnîşan kir ku rewşa gelek girtiyên nexweş giran e û wiha domand: “Helwesta Saziya Tipa Edlî ya li hemberî girtiyên nexweş cihê nîqaşê ye. Tê gotin heyetêns erbixwe lê ne, lê ev jî cihê nîqaşê ye. Biryara derbarê Aysel Tûglûk de gelekî bû rojev. Em dizanin ku ew raproên li dijî helwesta bijîjkiyê didin. Carinan ATK'ê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dide. Lê wê demê jî dozgerî bi hinceta ku 'ji bo civakê xetere ye' rê li ber taloqkirina înfazan digire. Bi hincetên siyasî, bîrdozî û nijadperestî tevdigerin. Em dikarin bibêjin ku mafên girtiyan bi awayekî kêfî tên desteserkirin.”   BANGAWAZÎ   Încîn destnîşan kir ku ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ji holê bên rakirin divê heyetên serbixwe girtîgehan kontrol bikin û got, divê saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan dem bi dem serdana girtîgehan bikin û wan kontrol bikin.   Încîn bilêv kir ku sedema hebûna girtîgehan ew e ku mirovan ji nû ve entegreyî civakê bikin û got, lê li girtîgehan girtî ji aliyê rêvebiriyê ve tên cezakirin û ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ji holê rabin bang li Wezareta Dadê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.    Herî dawî Încîn anî ziman ku divê raya giştî di vî warî de hesas bibe û bibe dengê girtîgehan.    MA / Delal Akyuz